TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DI ROJAVA MECLÎSA SWÎSRE DE YE
WEKÎLÊN SWÎSREYÎ LI SER TECRÎDÊ PÊŞNÛMEYEK PÊŞKÊŞ KIRIN
Parlamentera Swîsreyî Fehlmann Rielle Laurens ya Partiya Sosyalîst 5’ê Gulanê ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo were bidawîkirin, pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsa Federal kir.
Di pêşnûmeyê de tê gotin, “Divê Konseya Federal ji bo bidawîkirina tecrîdê bikeve nav hewildanan.”
Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku pergala li Îmraliyê li derveyê hiqûqê ye û wiha hate gotin.
“Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye, binpêkirina peymanên navneteweyî ye.”
Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin, ku heyetek ji CPT Gulana 2019’an serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye û fikarên xwe li ser rewşê parve kiriye.
Wekîla Swîsreyî diyar kir, tevî ku li dijî tecrîdê nerazîbûn hene jî dewleta tirk di tecrîde israr dike.
Hêjayî gotinê ye, ku pêşnûme ji aliyê gelek parlementeran ve hate îmzekirin.