Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tecrîda li Dijî Rêber Apo

 

 

 

Nivîskar û siyasetmevanên jin jî bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan, gotin:

“Em hemû tên tecrîdkirin.

TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO
NIVÎSKAR Û SIYASETVANÊN JIN: EM HEMÛ TÊN TECRÎDKIRIN

Ev 22 salin li greva Îmraliyê tecrîdeke giran li dijî Rêber APO tê meşandin.

Siyasetmedar û Nivîskarên jin dibêjin: “rakirina tecrîda li ser Abdulah Ocalan tê wateya rakirina tecrîda li ser me.”

Hevberdevka Partiya Kesk a Çep Ayşe Erdem tecrîd weke sucê mirovahiyê binavkir û wiha got;

Mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re mafekî gerdûnî ye û divê neyê astengkirin.

Civak divê hemberî tecrîdê rabe.

Em bi sûcekî li hemberî mirovahiyê re rû bi rû ne.

Hevberdevka Komîsyona Koçberî û Penaberan a partiya HDP’ê Gulsum Agaoglu bandora tecrîdê bibîrxist;

AKP, ji ber ku ji Ocalan ditirse tecrîdê pêk tîne.

Berê digotin ‘keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e.’ Lê niha pêdivî bi hincetan jî nabînin.

Polîtîkayên tecrîda girankirî li hemberî jinan jî bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn.

Endama Meclîsa Giştî ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst Hacer Elçîn jî bi van gotinan bertek nîşanî tecrîdê da.

Bi tecrîda li Îmraliyê em hemû tên tecrîdkirin.

Jin li malan tên tecrîdkirin, karker li fabrîkeyan tên tecrîdkirin.

Lewma rakirina tecrîda li ser Ocalan tê wateya rakirina tecrîda li ser me.

Divê em li her derî li dijî vê bitêkoşin.”

Nivîskar Mukaddes Erdogdû Çelîk jî diyar kir li Tirkiyeyê hejmara girtîgehan ji hejmara dibistanan zêdetir e;

Pêkanînên tecrîdê bermahiyên dema Naziyan e û niha jî bi rêbazên faşîzan tê birêvebirin.

Gel li bakurê kurdistan û Tirkiyê di bin tecrîdêke giran de ne…

Bi taybetî li zindanan.

Divê kesên xwedî vijdan li dijî van pêkanînên dijmirovî derkeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv