Parêzerên Rêber Apo dema serlêdana hevdîtina lezgîn kiribûn derkete holê ku dewleta Tirk 2 qedexên din danîne.
Hevdîtina parêzer û malbatan asteng dike.
Her du qedexeyên dawî rastî nerazîbûnên tund hatin.
Li ser vê Tevgera Jinên Azad TJA, DBP, KCD û HDP’ê, li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di civînê de hat diyar kirin ku di tecrîdê de israr kirin astengkirina siyaseta demokratîk e.
TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ RÊBER APO :
SALÎHA AYDENÎZ: TECRÎD ŞÊWAZA RÊVEBERIYA TIRKIYÊ NÎŞAN DIDE.
8 mehin ne parêzer ne jî malbat bi Rêber Apo re hevdîtinê nakin.
Derbarê mijarê de TJA, KCD, DBP û HDP’ê li avahiya HDP’a Amedê li hev civiyan.
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz balkişand ser agahiyên ku doh derketin û wiha got;
Di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî civakê tecrîdek tê meşandin.
Ji parêzêran re 6 meh û ji bo malbatê jî 3 meh qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn.
Ev tecrîd şêwaza rêveberiya Tirkiyeyê nîşan dide û di nava Tirkiyê de bûye kaosek.
Salîha Aydenîz herî dawî got;
Di tecrîdê israr kirin, astengkirina demokrasiyê ye.
Divê CPT û dewletên navteteweyî derbarê tecrîdê de erka xwe bînin cih.
Di peymanên navnetewî de tecrîd wek sûcekî mirovahiyê tê pênase kirin.
Lewra pêwist e ku li dijî polîtîkayên tecrîdê bêdengiya heyî were şikandin.