TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ RÊBER APO
LI MÊRDÎN, WAN Û EDENÊ TECRÎD HAT ŞERMEZARKIRIN
Tecrîda giran a li dijî Rêber Apo li Mêrdîn, Edene û Izmîrê hat protestokirin.
Aktivîstên TJA li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê li hev kom bûn, daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA’yê Munevver Olker ve hat xwendin.
Munevver Olker bang li CPT’î kir da ku bi erka xwe rabe û got:
Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwendana li dijî faşîzmê ye.
Li dijî kesên ku dixwazin têkoşîna azadiya jinê tune bihesibînin, rêya têkoşînê ji hilweşandina tecrîdê derbas dibe.
Li wanê jî tecrîda li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin.
Li vir jî bang li sazî û rêxistinên navnetewî hat kirin da ku bi berpirsyariyên xwe tevbigerin.
Çalakiyek din a şermezarkirina tecrîdê li Edene bû.
Tevî endamên HDP’ê û aktivîstên TJA bi dehan kes beşdarî çalakiyê bûn.
Li vir jî îşaret bi rola Rêber Apo hat kirin û hat gotin;
Ji bo bi dawîkirina tecrîdê têkoşîn û çalakiyên tê kirin mafekî demokratîk û rewa ye.
Di pêvajoyên ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk dihatin pêvajoyên aramî û aştiyê bûn.
Lê desthilata AKP-MHP’ê di tecrîdê de israr dike û siyaseta şer berdewam dike.
AKP’ê bi vê siyasetê gel û bawerîya li hev dike dijmin.