TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ RÊBER APO :
JI 25’Ê ADARA 2021’Ê VE AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN.
25’ê Adara 2021’ê di encama çalakiyên Kurdan û dostên wan de Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.
Lê dema Rêber Apo peyamên girîng didan, rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê telefon qut kiribû.
Ji wê rojê ve parêzeran 147 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê hemû bê encam man.
Ev salek e agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Têkildarî vê tecrîda giran û dengê ji qadên Newrozê ji bo azadiya Rêber Apo bilindbûyî, Mehmet Ocalan ji Ajansa Mezopotamya re axivî.
Mehmet Ocalan got, li cîhanê mînakeke din a weke vê tecrîdê nîne û ev peyamên dawî yên Rêber Apo bi bîr xistin:
TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ RÊBER APO :
MEHMET OCALAN: BI MILYONAN KESÎ AZADIYA SEROK XWEST.
Mehmet Ocalan destnîşan kir, ku komîteya pêşîlêgirtina li êşkenceyê-CPT jî ji ber bêhelwestiya xwe hevkara vê tecrîdê ye.
Li ser dengê ji bo azadiya Rêber Apo li qadên Newrozê bilindbûyî jî Mehmet Ocalan wiha got:
TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ RÊBER APO :
CENGÎZ YUREKLÎ: DIVÊ RASTIYA OCALAN A LI QADÊN NEWROZÊ BÊ DÎTIN.
Yek ji parêzerên Rêber Apo Cengîz Yureklî jî têkildarî daxwaza azadiya Rêber Apo ya li qadên Newrozê wiha got:
Qadên Newrozê nîşan dan, ku muxatabê sereke yê doza Kurd Birêz Ocalan e.
Divê em vê bibînin û guh bidin qadan.
Divê ew ên li pey tecrîdê, rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketî holê bibînin.