DESTDIRÊJÎ Û HESABÊN QIRÊJ ÊN TIRKIYÊ
TALÎBANAN PÊŞNIYARA TIRK A PARASTINA KABÎLÊ RED KIR
Hêzên Emerîka û NATO di çarçoveya peymana bi Talîbanan re de, 11’ê îlonê ji Afganistanê vekişe.
Li ser vê yekê, dewleta Tirk kete navberê û beramberî alîkariya aborî, lojîstîk û dîplomatîk dixwaze li ser navê parastina balafirgeha Kabîl’ê hêzên xwe li Afganistanê bihêle.
Tirkiye bi vê yekê hem dixwaze li hemberî şerê li dijî Kurdan piştgiriya zêde bigire û hem jî bandora xwe ya herêmî zêde bike.
Wê şefê faşîst ê Tirk Erdogan di civîna NATO ya 14’ê hezîranê de û hevdîtina bi Serokê Emerîka Joe Biden re jî bîne ziman.
Şefê faşîst dixwaze vê yekê wekî amûrekê bi kar bîne û heta ji cezayên Emerîka yên ji ber S-400 Rûs rizgar bibe.
Lê belê ev hesabên piralî yên Tirk, rastî astengiya Talîbanan hat.
Berdevkekî Talîbanan ji Reutersê re axivî û diyar kir ku ew pêşniyara Tirkiyê red dikin.
Talîbanan wekî sedem jî alîbûna Tirkiyê û endamtiya wê ya NATO û nêzbûna wê ya Emerîkayê nîşan dane.
Berdevkê Talîbanan gotiye, Tirkiye jî parçeyeke NATO’yê û divê di çarçoveya peymana 29’ê sibata 2020’an de wekî hemû hêzên NATOyê hêzên xwe vekişe.