Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Talana Dewleta Tirk a li Kurdistanê

 

 

Dewleta Tirk hema bêje li hemû deverên Bakurê Kurdistanê bendav çêkiriye.
Bi kurt û kurmancî qira xwezayê aniye.
Ji ber bendavên hatine çêkirin bi sedan gund bibin avê de mane.
Lê dewleta Tirk ku talanê dike, bi ser de jî heqê talana xwe dixwaze.
Piştî ava bendava Ilisuyê kêm bû, doza heqê îstimlaqê li gundiyên Çêlikê hat kirin.
Gundê Guzelê ku avê dide Amedê jî 51 sal in bê av e.
Jinên ji gund diyar dikin ku di her hilbijartinê de soz ji bo wan tên dayîn, lê pişt re tev tên ji bîrkirin.

TALANA DEWLETA TIRK YA LI KURDISTANÊ
DEWLETA TIRK PIŞTÎ TALANÊ, JI GUNDIYAN PERE JÎ DIXWAZE

Talana dewleta Tirk a li Kurdistanê roj bi roj berfireh dibe.

Li Bakûrê Kurdistanê ji ber bendavên hatine çêkirin bi dehan gund û deverên dîrokî dibin avê de man.

Yek ji van cihan jî bendava Ilisuyê ye ku heskîfa dîrokî û gelek gundên Batman û Mêrdînê bibin avê de hiştiye.

Gundê Çêleka yê navçeya Kerborana Mêrdînê jî yek ji van gundan e.

Wezareta Hawirdor û Bajarsazîyê ya dewleta Tirk, di sala 2015’an da bi hinceta ku wê hin erazî û deverên mezrika Miştê ya gundê Çêlikê, di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne ew îstimlaq kiribûn.

Piştî ku bendav hatibû çêkirin gelek deverên mezirkê di bin avê de mabûn û ava bendavê jî 10 metreyan bilind bûbû.

Lê belê piştî demekê ava bendavê kêm bû.

Bi kêmbûna ava bendavê re wezaretê bi hinceta ku ji van eraziyan hin jê wê di bin avê de nemînin, doza heqê îstimlaqê yê ku dabû kir.

GUNDÊ GUZELÊ YA AMEDÊ 51 SALE BÊ AVE
ŞÊNIYÊN GUND JI BO GUNDÊN XWE DAXWAZA AVÊ DIKIN

Gundê Gozelî yê navçeya Peyas a Amedê jî, di sala 1970’yî de bi hinceta ku pêdiviya avê ya navçeya bajêr peyda dike, wekî qada SÎT’ê hatibû îlankirin.

Gund tenê 100 metre dûrî Hewzeya Hemrewatê ya çavkaniya ava bajêr e, lê tevî vê yekê ev 51 sal in bê av e.

Hin şêniyên gundê ku 400 mal lê ne, li gor quweta xwe sondaj çêkirine û yên ku derfetên wan tune ne jî avê ji bîrên derdora gund peyda dikin.

Jinên gund ji ber bê aviyê nerzîbûna xwe anîn ziman û ev destnîşan kirin:

Dema hilbijartin nêz dibe rayedarên Tirk diçin gundên wan û soza çareserkirina avê didin lê piştî hilbijartin diqede sozên tên dayîn tev têne ji bîrkirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv