Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sûcên dewleta Tirk ên li Rojava: Welatiyên ji Rojava li Tirkiyê tên cezakirin

 

SÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN LI ROJAVA
WELATIYÊN JI ROJAVA LI TIRKIYÊ TÊN CEZAKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya çeteyên xwe yên “Artêşa Milî ya Sûriyê” li rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya xwe didomîne.

Dagirker li herêmên xistine bin kotrola xwe sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê zêde dike.

Li gel van sûcên xwe yên weke kuştin û talanê, gelek kesên ku li Serêkaniyê, li Girê Spî, û deverên din girtine anîne Tirkiyê.

Kesên anîne Tirkiyê jî bi rêya daraza xwe bi mehkemeyên weke lîstik, cezayên giran li wan dibrin.

Derbarê hejmara fermî yan avn kesên ceza li wan hatiye birîn agahiyeke zelal tine ye.

Lê li gorî dozên bi encam bûne û yên dewam dikin ev hejmar bi kêmanî 103 kes e.

Ev kesên hatine girtin li Girtîgeha Rihayê yên Jimar 1 û 2’yan û li Girtîgeha Siwêregê ya Tîpa T hatine hepskirin.

Kesên li rojava hatine girtin li gel ku di qanûnên navnetewî de cihê mehkemeyeke wisa tine be jî dewleta Tirk bi korsanî ev yek dike.

Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Rihayê ji bo binpêkirinên mafan diqewimin tomar bike xebatek da destpêkirin.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Mustafa Vefa derbarê van kesên li girtîgehan tên ragirtin agahî dane ajansa Mezopotamyayê.

Mustafa Vefa dibêje di encama lêkolînê xwe de gihîştine yekûneke 103 kesan û wiha dewam dike:

Ev kes li Tirkiyê li gel ku tu sûcek nekirine ji xala 302’yan a endamtiya rêxistinê tên cezakirin.

Delîleke şênber ji bo cezakirinê jî tine ye.

Vefa destnîşan kir ku çeteyên ev kes teslîmî Tirkiyê dikin ji bo her mirovekî 3 hezar dolar distînin.

Vefa diyar kir ku rapora der barê van kesan de amade kirine jî wê bi raya giştî re parve bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv