KAMPANYA NASKIRINA STATÛYA RÊVEBERIYA XWESER
“ŞOREŞA ROJAVA REWABÛNA XWE BI CÎHANÊ DA PEJIRANDIN”
Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê têkildarî Kampanya ‘#Status4NorthAndEastSyria’ ji bo naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî bi navê “Em ê bi têkoşînê biserkevin” weşand.
Meclisê malavahiya hemû kesên ku beşdarî kampanyayê bûne kir ev agahî dan:
Kampanya di hemû tora civakî de hê jî û di asta herî bilind de balê dikişîne ser xwe û eleqeyeke pir mezin dibîne.
Li welatên Ewropayê di rêza yekemîn de cih girt, bala weşanên herî navdar kişand ser xwe û mora xwe li rojeva wan xist.
Milyonan kes tevlÎ bûn û di qada gerdunî de naskirina statuya Rojava bû rojeva sereke.
Di vê warî de mafdarî û rêzdariyek jî bidest xist.
Şoreşa rojava ya serbilindiya mirovahiyê ye, carekî din rewabûna xwe bi cîhanê da pejirandin.
Meclisê da zanîn ku ji ber li Sûriyê li ser tiwîtterê zext hene, bi milyonan pêkhateyên herêmê li ser facebookê beşdarî kampanyayê bûne.
Melisê di dawî de ji bo her kesên ku ked dane kapanyayê spasiya xwe pêşkêşkir.
Û dazanîn ku wê ji bo naskirina statuya Rêveberiya Xweser xebatên xwe di qada Cîhanê de bidomînin.