Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şoreşa Roj-Ava Soreşa Gelane

 

Şerê îro yê li Rojhilata Navin bervi kêderê ve diçe. Wê çawa şekil bigire? Di dawiya vî şerî de gelo wê kurd çawa karibin destkeftiyên xwe yên îro biparêzin? Kurd wê çawa karibin hebûna xwe qezencên xwe di qada navnetewî de li gorî peyman û qanûnan bixin bin garantiyê?

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan li ser van mijara ji ajansa ANF’ê re axivî.

Cafer Şervan dibêje hêzên cîhanê di şûna menfaetên gelan de li faydeyên xwe digerin, lewma di şerê wan de exlaq cîh nagire. Ji ber vê yekê li hemberî êrişên dewleta tirk yên li ser Kurdan tim bêdeng in.

Cafer Şervan dide zanîn çareseriya esasî ewe ku gelên heremê bi hêza xwe ya cewherî pergaleke nû ava bikin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN
LI ROJHILATA NAVÎN HÊZÊN TÊKOŞÎNA GELAN DIKIN WÊ PERGALA NÛ AVA BIKIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan hewildanên ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn û guher’n]n li herêmê ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Cafer Şervan da zanîn ku li Rojhilata Navîn pergala ku îradeya gelan bingeh negre wê negihêje serkeftinê û got:

Li Cihanê hêzên kapîtalîst ji bo serweriya xwe li ser gelan ferzbikin rengê şer guhertin.

Li Rojhilata Navîn jî Şerê Cîhanê yê 3’emînin bêyî ku tiştekî ji xwe kêm bike dewam dike.

Geşedanên li herêmê diqewumin nîşan didin ku li Rojhilata Navîn pargala ku îradeya gelan esas negre wê negihêje serkeftinê.

Ev jî eşkere dike ku pergala nû wê ne bi destê hêzên kapîtalîst, lê bi hêzên ji têkoşîna gelan re pêşengiyê dikin bê avakirin.

Di dewma axaftina xwe de Cafer Şervan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên bi alîkariya NATO’yê û got:

ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
CAFER ŞERVAN: DEWLETA TIRK BI PIŞTGIRIYA NATO ÊRIŞAN PÊK TÎNE

Li Rojhilata Navîn gelê Kurd û PKK pêşengiya têkoşîna demokrasî û azadiyê dikin.

Dewleta Tirk bi alîkariya NATO’yê êrîş dike ser pêşengên tekoşîna azadiya gelan.

Hêzên cîhanî li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava bêdeng dimînin.

Li dijî van êrişan gelê Kurd bi hêza xwe ya cewherî wê têkoşîna xwe bidomîne û bi serkeve.

Cafer Şervan îşaret bi girîngiya Roşereşa Rojava kir û got:

ŞOREŞA ROJEVA ŞOREŞA GELAN E
CAFER ŞERVAN: GELÊN HERÊMÊ PARASTINA ŞOREŞA ROJEVA DIKIN

Şoreşa Rojava bi raman û feslefeya Rêbertiyê şekil digire.

Ji ber vê yekê naşibe tevgerên din ên li Efganîstan û Rojhilata Navîn.

Gel li vê şoreşê xwedî derketin û parastina wê dikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan di dawiya axavtina xwe de da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê di qada navnetewî de her ku diçe lewaz dibe. Ji ber vê yekê li hemû qadan şer gur dike, nîjatperestiyê pêş dixe û dixwaze temenê xwe dirêj bike.

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv