Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê saleke tije têkoşîn û berxwedan

 

ŞOREŞA JINÊ YA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ SALEKE TIJE TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN

Li rojavayê Kurdistanê, şoreş di nava şoreşê de pêkhat.

Pergala jinan li rojava, bakur û Rojhilatê Sûrî bi têkoşîna xwe avakirin, bala hemû cîhanê dikişîne.

Ji ber jin, li vê beşê welat hem li dijî hişmendiya mêr, civaka paverû têdikoşin û hem jî pergala xwe avadikin.

Ji destpêka sala 2021’ê ve jin ji bo xurtkirina desketiyên şoreşê û parastina wê ked û têkoşîneke mezin da.

Dawiya 2020’an 29’ê kanûnê jinan êriş û dagirkeriya tirk a li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Kongra Star rûreş kir.

Yek ji xebatên sereke ya li rojavayê Kurdistanê jineolojiye.

Bi rêya perwerda jinelojiyê, ji bo guhertin û veguhertina civakê, hişmendiya mêr a serdest xebatek girîng tê kirin.

Li akademî, dibistanan ders tên dayîn, dewreyên jinelojiyê taybet tên organîzekirin.

Dagirkeriya tirk tevî çeteyên xwe ji bo pêşî li têkoşîna jinan bigre êrişên xwe domandin.

Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seide Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr revandibûn û ew qetilkirin.

Li dijî vê komkujiyê li gelek deverên Rojava bakur û Rojhilatê Sûrî çalakî çêbûn, soza hildana tola wan hat dayîn.

Di salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de hêrsa herî mezin ji aliyê jinên Rojava û herêmê ve hat nîşandan.

Li seranserî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel êrişên dagirkeriyê jî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyên girseyî hat pêşwazîkirin.

Jinan ji bo azadiya Rêber Apo di nava salê de gelek çalakî li dar xistin.

Yek ji van çalakiyan jî çalakiya konê li gundê Elpelûrê bû.

Li dijî êrişên dagirkeriya tirk ên li herêmên parastina medyayê herî zêde jinên ji Rojava û herêmê li qadan çalakî lidar xistin.

Helbet jin ne bi tenê bi çalakiyan, bi rêxistiniya xwe ya di hemû waran de Şoreşa xwe ya ku ji temamiya jinan re dibe hêvî mezin kirin.

Ji aborî heta dîplomasî, hiqûq û xwe parastinê jin rêxistiniya xwe qewîn kirin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî kongra salane, civîna 6 mehan li darxist, rewşa siyasî, sedemên kuştina jinê gotûbêjkir, rêziknameya eşkere kir.

Di tîrmehê de ji aliyê malbata wê we qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

Ne tenê jinan, hemû beşên civakê helwest nîşandan, ev bû sedem, jin carek din li hev kom bibin, sedema şîdetê binirxînin û tedbîrên pêwist bigirin.

Dagirkeriya tirk û çeteyên wê di êrişên xwe de bi taybetî jinên têkoşer kirin hedef.

Li dijî van êrişan jinan jî bi çalakî û xweparastinê bersiv dan.

Di nava salê de têkoşîna jinan a li Rojava û herêmê bala cîhanê jî kişand.

Şaredara Reqayê Leyla Mustafa bi Xelata Şaredarên Cîhanê ya 2021’an hat xelatkirin.

Ji ber xizmetên li Reqayê kirine, juriyê xelata taybet da leyla Mustafa.

Ji bo jinên kurd gotin; piştî têkbirina DAIŞ’ê li Reqayê şaredariyeke mînak bi pêş xistiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv