Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Skandala lêkolîna Pandorayê: Elîtên Sovyeta kevn di nava gendeliyê de ne

 

SKANDALA LÊKOLÎNA PANDORAYÊ
ELÎTÊN SOVYETA KEVN DI NAVA GENDELIYÊ DE NE

Lêkolînên Pandorayê ya derbarê spîkirina pereyan de nîşan dide, gelek lîderên cîhanê heta qirikê di nava gendeliya bacê de ne.

Hin ji van lîderan, elîtên berê yên piştî-Sovyetê ne ku bi dehan salane li welatên xwe li ser kar in an li paş perdeyê siyasetê diziyan dikin.

Yek ji van lîderan Vladîmîr Pûtîn e ku ji 20 salan zêdetire li Moskowê li ser kar e.

Belgeyên Pandorayê nîşan didin, Pûtîn li Monakoyê bi awayekî veşartî hin avahiyan kirriye.

Monako bajarekî serdest a li başûrê Fransayê ye û bi sîstema xwe ya bacê gelek avantajan pêşkêşî dewlemendên cîhanê dike.

Ji lêkolîna Pandorayê xuya dibin, serokê berê yê Kazakistanê Nûrsûltan Nazarbayev di mijara gendeliyê de ji Pûtîn ne kêmtir bûye.

Nazarbayev di dema li ser kar bûye, hîç şerm nekiriye û di berdêla hin bazarên qirêj de 30 milyon dolar bertilê girtiye.

Lêbelê ji lêkolîna dawî diyar dibe, serokê Azerbaycan Îlham Alîyev di meseleya gendeliyê de heft pehîn li Pûtîn û Nazarbayev xistiye.

Lêkolîn bi eşkereyî nîşan dide, Alîyev li paytexta Brîtanya Londonê bi buhayê 700 milyon dolarî avahiyên luks kiriye.

Li gorî daneyên lêkolînê, hejmara van avahiyên Alîyev 17 ne û hemû jî bi pereyê pêşin hatine kirîn.

Lîderên dawî yê welatên piştî sovyetê ku di nava gendeliyê de ye Volodîmîr Zelenskî ye.

Ji belgeyên Pandorayê diyar dibin, Zelenskî û hevkarên wî bi riya şîrketên li derveyî welêt, li Londonê bûne xwediyê avahiyan.

Pandora nîşan dide, serokê Ûkraynî bi riya şîrketeke televîzyonê li nava dilê Londonê 3 avahiyên gelek buha kirrîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv