Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyasetvanan dersa huqûqê dan dadgerên AKP-MHP’ê

 

RÛNIŞTINA 108 SIYASETVANAN DEST PÊ KIR
SIYASETVANAN DERSA HUQÛQÊ DAN DADGERÊN AKP-MHP’Ê

Rûniştina doza 28 ji wan girtî, 108 siyasetvanan a wekî doza tolhildana serkeftina Berxwedana Kobanê tê zanîn li Enqerê dest pê kir.

Tevî hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksedag û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê ya cihê wê hate desteserkirin Gultan Kişanak, hemû rêveberên berê û niha yên HDP û DBP’ê hene.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beriya rûniştin dest pê bike, daxuyanî dan û rola şefê faşîst Erdogan ya di dozê de destnîşan kirin.

Dûre jî, ji ber heyeta dadgehê bêî parêzer amade bin, hewl da nasnameya siyasetvanên girtî tespît bike, rastî nerazîbûnê hat.

Li pêşberî avahiya dadgehê parêzer li hev kom bûn û gotin: “Heyeta dadgehê, ne wekî dadgeh, wekî kesên li gorî fermana AKP’ê tevdigere”.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûna tûnd nîşanê helwesta dadgeran da û got:

Eger hûn dixwazin darizandinê bidomînin, divê hûn parêzerên me bigirin hundur. Me bi kesên din tevlihev nekin, em nunerên gel, li hemberî me û parêzerên me, hûn nikarin dengê xwe bilind bikin.

Hevseroka berê Fîgen Yuksekdag jî hemû dîlên siyasî silav kirin û ji heyeta dadgehê xwest ku wekî dadger tevbigerin.

Sebahat Tuncel jî, got ti kes nikare dengê me bibire, eger dengê mîkrofonê bigirin, ezê biqîrînê biaxivim.

Gultan Kişanak jî bê hiqûqî rexne kir û got, hûnê li gorî mafê parastinê tevbigerin.

Gulser Yildirim jî got, ev doz bi fermana Erdogan ava bûye û emê armanca wê pûç derxin.

Ayla Akat jî dersa hiqûqê da heyeta dadgehê û got: Polîs li cihê parêzeran rûniştine, wan ji wir rakin.

Li ser nerazîbûnan û biryardariya siyasetvanan, heyeta dadgehê neçar ma, polîs ji cihê parêzeran rakirin û hemû parêzer girtin hundur.

Dûre jî rûniştinê bi xwendina îdîanameyê dest pê kir.

Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo vê doza wekî doza tolhildana DAIŞ tê bi navkirin, heyeteke taybet wezîfedar kiriye.

Ev heyet dixwaze bê navber rûniştinê bidomîne û wekî AKP û Erdogan dixwaze ceza bide 108 siyasetvanên Kurd û wan li derveyê siyasetê bihêle.

Di vê navberê de rêxistinên HDP’ê li hemû bajaran daxuyanî dan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv