NERAZÎBÛNA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
KAMURAN BERWARÎ: TIRKIYE DIXWAZE 12 GIRÊN STRATEJÎK DAGIR BIKE
Hîndekar û siyasetmedar Kamuran Berwarî têkçûna artêşa TIrk ya li Garê bibrî xist û got, niha bi êrişa Zap, Metîna û Avaşînê dixwaze tolê hilîne.
Berwarî anî ziman ku Emerîka ji ber danasîna qirkirina Ermeniyan dengê xwe dernaxe, û ji bo êrişa Tirk a li hemberî Kurdan lampeya kesk pêxistiye.
Kamûran Berwerî îşaret pê kir ku Dewleta Tirk jî ji bo bikaranîna vê firsetê hewl dide ji xeta Berwarî heta Dostkî 12 girên stratejîk dagir bike û pêşiya tevgera gerîlayan bigire.
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
NÎLUFER KOÇ: DIVÊ BERXWEDANA GERÎLA, WEKÎ DIYARKIRINA ÇARENÛSÊ WERE DÎTIN
Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Nîlufer Koç jî, girîngiya berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê destnîşan kir.
Nîlufer Koç got, eger artêşa Tirk wekî Garê dîsa têk biçe, wê encamên girîng ên siyasî derkevin holê û got: Divê gelê me, berxwedana gerîla, wekî berxwedana diyarkirina çarenûsa xwe bibîne û li gorî wê nêz bibe.
PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN:
ARMANCA DEWLETA TIRK, TÊKBIRINA HEMÛ KURDAN E
Ji pêşmergeyên Dêrîn Bêstun Mihemed jî dijminahiya dewleta Tirk destnîşan kir.
Mihemed hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk jî rexne kir û banga yekîtiya li dijî dagirkeriyê kir.
Pêşmergeyê Dêrîn Elî Abdula jî bal kişand ser girîngiya rola PKKê ji bo parastina Kurdistanê û dijminahiya dewleta Tirk.
JI HUNERMEND CASIMÎ SAZ BANGA PROTESTOKIRINA DAGIRKERIYÊ:
DIVÊ HEMÛ HUNERMENDÊN ME LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK DENGÊ XWE DERXIN
Hunermend Casimî Saz jî nerazîbûn nîşanê dagirkeriya Tirk da û bi van gotinan jî bang li hunermendên Kurd kir:
‘Divê hemû hunermendên me li dijî dagirkeriya tirk dengê xwe derxin’