Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyasetmedarên cîhanê: Dema wê hatiye ku Abdulah Ocalan azad bibe

 

Kesayetên navdar ên cîhanê peyamek bi dîmen weşandin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Siyasetmedar, hiqûqnas û parêzvanên mafê mirovan destek dan pêngava KCK’ê ya li dijî faşîzm, dagirkerî û tecrîdê.

Û ragihandin ku dema wê hatiye, divê Ocalan azad bibe.

Ji çar aliyên cîhanê siyasetmedar, hiqûqnas û parêzvanên mafê mirovan destek dan pêngava KCK’ê ya li dijî faşîzm, dagirkerî û tecrîdê.

Kesayetên navdar ên cîhanê bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Parlementerê berê yê Îtalyayê Ramon Mantovanî ragihand ku Ocalan mirovê aştiyê ye û ji ber vê yekê çi kesê ji xwe re dibêje demokrat divê azadiya Abdullah Ocalan bixwaze.

Parêzerê Ocalan yê Îtalî Arturo Salernî jî got rewşa Ocalan Ewrûpayê jî eleqedar dike, lewma ji bo atmosfera aştî û aramiyê divê her kes têkeve nava tevgerê.

Dîrektorê navnetewî yê Sendîkaya Karkeran a Brîtanyayê Sîmon Dubbîns jî anî ziman ku dema wê hatiye Ocalan azad bibe û divê sendîkayên li welatên din ên Ewrûpayê jî ji bo azadiya Ocalan beşdarî kampanyayê bibin.

Parlementera berê ya Danîmarkayê Pernîlle Frahm jî got tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin û ev yek ne însanî ye.

Serokê Rêxistina Çalakiyên Mafê Mirovên Kurd ên Başûrê Efrîqa Mahmûod Partel jî diyar kir ku ji bo azadiya Ocalan ew di nava tevgerê de ne.

Serokê Însiyatîfa Piştevaniya Kurdistanê Benny Gûstafsson jî bang li hikûmeta Swêdê kir ku ji bo azadiya Ocalan bixebite.

Parlementerê berê yê Norwecê Erlîng Folkvord jî anî ziman ku ji bo çareseriyeke aştiyane û pêvajoya muzakereyên siyasî divê Ocalan li derve be.

Rojnamevan Peter Boyle jî ji Awûstûralyayê ragihand ku azadkirina Ocalan wê ji bo hemû mirovahiyê demokrasî û azadiyê bîne.

Ji Kanadayê Dr. Alex Wîlson jî got Ocalan ji bo Rojhilata Navîn aktorekî girîng e û xwedî vîzyoneke cîhanî ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv