SIYASETMEDAR MIHEMED EMÎN PÊNCWÊNÎ:
HER HÊZEK ALÎGIRÊ ŞERÊ BIRAKÛJÎ BE DIVÊ HISAB JÊ WERE PIRSÎN
Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî li ser biryara Dadgeha Temîzê got;
Biryara dadgehê biryarek siyasiye û zilme li van çalakvan û rojnamevanan tê kirin.
Li ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk jî Pêncwênî diyarkir artêşa Tirk bi armanca dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê êriş dike û got
Armanca artêşa Tirk têkdana rewşa siyasî û ji holê rakirina statûya Başûrê Kurdistanê ye.
Dewleta Tirk dixwaze şerê Kurd bi Kurd derxîne.
Ji bo wê her hêzek Kurdî hewil bide şerê birakujî derxe, divê hesab jê were pirsîn.
Ji ber ku şerê birakujî kuştina doza rewa ya gelê Kurde li hemû Kurdistanê.