Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sîxura MÎT’ê Dîlan Înanç: ‘Min bixwe 3 zarokên malbatên şandibûn ber şaredariya Amedê kuştin’

 

SÎXURA MÎT’Ê DÎLAN ÎNANÇ
“MIN BIXWE 3 ZAROKÊN MALBATÊN ŞANDIBÛN BER ŞAREDARIYA AMEDÊ KUŞTIN”

Dewleta Tirk a dagirker, ku timî li dijî gelê Kurd û têkoşîna wî ya azadiyê bi şerê qirêj û taybet radibe, Gulana 2014’an dîsa bi heman pêkanînên qirêj rabûbû.

Dewletê hin malbat şandibûn ber Şaredariya Amedê û pêşiya avahiya DBP’ê.

Ji van kesan re gotibû “PKK’ê zarokên we revandine û jê zarokên xwe bixwazin.”

“Min teklîfa sîxurtiyê qebûl kir”

“Keç hemû ji bo sîxurtiyê tên amedekirin”

“Hin ji wan ji aliyê MÎT’ê ve hatin kuştin”

“Wê demê pere didan malbatê û wan jî wêneyên zarokatiyê yên zarokên xwe dianîn”

“Ew her sê ciwanên min kuştin, yek ji wan 20, ê din 24 yekî din jî 22-23 salî bûn.”

Ev kes Dîlan Înanç a 23 salî ye.

Piştî ku birayê wê teslîm dibe, dibe sîxura dewleta Tirk an go saziya wê ya îstîxbaratê MÎT’ê.

Xizmê wê kesê bi navê Kemal Mergen berê vê kesê dide sîxuriyê.

Sîxura bi navê Dîlan dibêje, piştî taciz, gefa tecawiz, fuhuş û bikaranîna tiryakê, ew bûye endameke îstîxbaratê.

Kesê bi navê Kemal Mergen wê dixapîne û polîsên dewleta Tirk wê li şevîngehekê bi cih dikin.

Dîlan Înanç piştî ku dikeve xefka MÎT’ê û sîxuriyê qebûl dike, perwerdeyeke taybet dibîne.

Ji hesta netewperestiya Tirk heta fêmkirina psîkolojî û hestên mirovan, MÎT perwerdeyê dide vê kesê.

Û paşê ji bo tinekirina wijdan, tirs û hestên wê pêvajoya pratîkê ya kuştina mirovan dest pê dike.

MÎT ciwanên Kurd bi destê Dîlan Înanç dide kuştin.

Detaya herî girîng jî têkildarî malbatên ku dewleta Tirk Gulana 2014’an şandibûn ber avahiya DBP’ê û Şaredariya Amedê dide.

Sîxura MÎT’ê dibêje, ev berê hatibû amadekirin.

MÎT’ê zarokên wan malbatan kuştibûn û ew şandibûn ber van avahiyan.

Min bixwe 3 ciwanên van malbatan kuştin.

Dewleta Tirk ji wan re gotibû, wêneyên zarokatiyê yên zarokên xwe bi xwe re bibin û bêjin “PKKê zarokên me revandine.”

Dema min ew di televîzyonê de dîtin, ez ji PKK’ê hêrs bûm û min got, PKK zarokan dixapîne û direvîne çiyê.

Dîlan Înanç dibêje, Kemalê ew xistî sîxur wê kêliyê lê vedigere û jê re dibêje “malbatên 3 ciwanên te kuştibûn li wê derê ne.”

Sîxura dewleta Tirk dibêje, karê her kesî cûda bû.

Karê min têtikkêşî bû, kesên îstîxbaratê kom dikin cûda bûn.

Kesên êşkence dikin, lêpirsînê dikin û wan direvînin cûda bûn.

MÎT’a Tirk piştî perwerde û pratîka kujeriyê Dîlan Înanç dişîne nav PKK’ê.

Û hedefa vê kesê jî kuştina pêşengên PKK’ê ye.

Gerîla jî piştî demekê ferq dike, dixe binçavan û lêpirsînê.

Dîlan Înanç bi vî rengî her tiştî îtîraf dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv