Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sixtekariyên dagirkerê şarêdariya Mêrdînê: Derket holê, pereyên wenda dema hilbijartinê dane AKP’ê 08.02.2021

 

SEXTEKARIYÊN DAGIRKERÊ ŞAREDARIYA MÊRDÎNÊ
DERKET HOLÊ, PEREYÊN WENDA DEMA HILBIJARTINÊ DANE AKP’Ê

Ji Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal îmze danî bin nûçeyeke girîng û sextekariyeke din a dagirker ango qeyûmê Mêrdînê raxist ber çavan.

Nûçe nîşan dide ku, dagirkerê şaredariya Mêrdînê jî, wekî deverên din derfetên şaredariyê ji bo saziyên dewleta Tirk û AKP’ê xerc kirine.

Ahmet Kanbal bi riya Ajansa Mezopotamyayê berê bal kişandibû ser sextekariyên dagirkerê şaredariya Mêrdînê yê berê Mustafa Yaman.

Di dema Yaman de, bi mîlyonan TL pereyên şaredariya Mêrdînê wenda bûbûn û li ser vê jî doz vebûbû.

Rûniştina dozê di 3 û 4 Sibatê de pêk hat û di belgeyên mahkemê de îspat bû ku, derfetên şaredariyê ji bo saziyên eskerî, polîs û dewletê hatine xerc kirin.

Di heman demê de jî bi belge îspat bûye, pereyên wenda yên şaredariyê dema hilbijartinên 2019’an ji bo xebatên AKP’ê yên hilbijartinê hatine xerckirin.

Ev pereyên qalkirî jî, bi dest radestî serokê wê demê yê AKP’ê yê Mêrdînê Mehmet Ali Dündar kirine.

Yek ji mudurên wê demê Mehmet Bulut jî sextekarî îtîraf kiriye û gotiye pereyên wan fatureyên sexte jî, ji bo şaxê Eskerî ya Artuklu xerc kirine.

Bulut di heman demê de îtîraf kiriye ku beşeke mezin a pereyan jî li ser fermana qeyûm û walî Mustafa Yaman ji bo tevgerên eskerî yên artêşê xerc kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv