Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê: 5’ê Nîsana 2015’an rejîma faşîst bi piştgiriya derve konsepteke nû xist dewrê

 

SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ
5’Ê NÎSANA 2015’AN RÊJÎMA FAŞÎST BI PIŞTGIRIYA DERVE KONSEPTEKE NÛ XIST DEWRÊ

“Bê çawa Xweda Zeûs, alîkarên wî xwedawend Athena, Hades û Ares bûn yek, dest û lingên Prometheus girêdan û ew bi zincîran li latên Qefqasya girêdan, neviyên wan ên mirov jî ez dîl girtim û bi zîncîran ez li latên Girava Îmraliyê girêdam.”

Rêber Apo dîlgirtina xwe ya ji aliyê hêzên navneteweyî ve wisa rave dike.

Hêzên navneteweyî ne tenê ew dîl girtin, her wiha li Zîndana Îmraliyê sîstemeke êşkenceyê ya taybet jî xistin dewrê.

Gardiyaniya vê sîstemê jî dan dewleta Tirk a dagirker.

Ji ber vê yekê ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha, li Zîndana Îmraliyê tecrîdeke bêmînak a di dîroka mirovahiyê de heye.

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê 5’ê Nîsana 2015’an piştî hevdîtinên ji 2013’an heta wê rojê, konsepteke nû ya tecrîdê xist dewrê.

Jixwe beriya vê konseptê, hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hatibû qedexekirin.

Piştî 5’ê Nîsana 2015’an, têkiliya bi Rêber Apo re bi temamî hat qutkirin.

Jixwe nedikarî nameyan binivîse û bişîne derve, nameyên ji derve bi taybetî ji girtiyên azadiyê digirtin jî lê hatin qedexekirin.

Berxwedana Greva Birçîbûnê û Rojiya Mirinê ya li zîndanan a bi pêşengiya Leyla Guven destpêkirî, 2019’an heta radeyekê tecrîd bêmane kir.

Di encama vê berxwedanê de parêzeran piştî 8 salan dikarîn 6 hevdîtinan bi Rêber Apo re pêk bînin.

Agahiya herî dawî jî 25’ê Adara 2021’ê ji Rêber Apo hat girtin.

Ew jî bi rêya telefonekê bû, ku rêjîma faşîst wê ji ber hişyariyên Rêber Apo bikira di cih de qut bikira.

Ji wê rojê ve, an go ji 25’ê Adara 2021’ê ve ti agahî ji Rêber Apo û girtiyên din ên Îmraliyê nayê girtin.

Di serî de Konseya Ewrûpayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û CPT, xwe li hemberî vê pergala êşkenceyê ker, kor û lal kirine.

Ji ber vê bêhelwestiyê, rêjîma faşîst tecrîda heyî girantir dike û hewl dide qedexe û vê pergala êşkenceyê bi hincetên pûç ên di bin navê cezayê disiplînê de bide rewakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv