Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şîrketên Almanya ji dronên tirk re hem roket hem jî radarê çêdikin

 

ŞIRÎKATIYA ŞER A ALMANYA Û DEWLETA TIRK
ŞÎRKETÊN ALMAN JI DRONÊN TIRK RE HEM ROKET HEM JÎ RADARÊ ÇÊDIKIN

Dewleta Tirk bi dronên xwe yên bi sîleh li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek komkujî kirin.

Li Lîbya, li Qerebaxê destwerda pêvajoyên siyasî û şer.

Li şûna ku bikeve ber lêpirsînekê, bêhtir pesnê wê bi “teknolojiya wê ya dronan” hat dayîn.

Di çêkirina dronên Tirk de para teknolojiya Alman jî esasî ye.

Niha îsbat bûye ku du şirketên Alman parçe û teknolojî firotine dewleta Tirk.

Yek ji wan Hengst e û yan din jî SMS Smart Microwave Sensors GmbH ye.

Berhemên wan li ser drona bi sîleh a Tirk Bayraktar TB2 hatin dîtin û ev yek hat îsbatkirin.

Zavayê Erdogan pirraniya teknolojiya dronên xwe ji welatên NATO îtxal dike, ji Almanya, Ingilîstan, Îtalya û Kanadayê.

Kanadayê fermî ragihand ku wê firotina van parçeyan rawestandiye.

Şirketa wê L3Harris Wescam êdî kamerayan nafiroşe dewleta Tirk.

Şirketa Fransî Beringer Aero jî êdî parçeyan nafiroşe dewleta Tirk.

Lê welatên weke Ingilîstanê her tişta dikare, difiroşe dewleta Tirk.

Almanya jî ku fermî sîlehan nafiroşe dewleta Tirk, bi firotinên qaçax dike ku mirov bibêje, sal bi sal xwezî bi par.

SMS Smart Microwave Sensors GmbH teknolojiyeke radarê ji bo birêvebirina çûnûhatina wesaîtan û pîşesaziya erebeyan bi pêş dixe.

Şirket cîhaza pîvanê bilindahiya radarê difiroşe şirketa Bayraktar a ku dronên dewleta Tirk çêdike.

Ev sîstemên bêtêl ên ajotinê ne ku bi wan dron rehettir û çêtir tên kontrolkirin.

Şirketa Hengst sîstemên fîltreyê difiroşe pîşesaziya erebeyan.

Fîltreya Hengstê ya sotemeniyê li ser dronên Tirk jî hat dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv