Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seydi Firat: ‘Têkçûna aboriyê têkçûna siyaseta şer e jî’

 

TÊKÇÛNA ABORIYÊ TÊKÇÛNA SIYASETA ŞERE JÎ
SEYDI FIRAT / YENÎ YAŞAM

Tirkiye di nava kirîzeke aborî ya giran de ye, krîza aborî jî kir ku dovîz bilind bibe. Lîreya Tirk, li hemberî dolar û eûroyê di asta herî bilind irxê xwe winda dike. Krîza aborî û siyasî bi berdewamî û berfirehî dewam dike. Ji ber krîzê wezîrê darayî îstîfa kir.
(…)

Li holê tabloyeke îflas û hilweşînê mijara gotinê ye. Hewldana desthilata AKP/MHP’ê ya ku vê yekê wekî çîroka serkeftinê pêşkêş dike jî di rastiya xwe de tekçûna wan nîşan dide.

Serokê AKP’ê û desthilatê Tayîp Erdogan dibêje; “Me pirtûka aboriyê nivîsand.” Nerazîbûnên di qada civakî û siyasî de, li dijî vê gotina Erdogan û manîpulasyona wan a derew di asteke jor de dewam dikin.
(…)

Li hemberî vê herifîna ku derketiye holê, li gelek deverên Tirkiyê nerazîbûnên civakî pêş ketin, gel daket kolanan. Banga îstîfayê li hikumetê kirin, desthilat jî bi tûndiyê hewl da nerazîbûnan asteng bike.

Neçareserkirina pirsgirêka Kurd û polîtîkaya şer, çavkaniya vê têkçûnê ye.
(…)

Bedelê konsepta mermî û bombayan a li dijî gelê Kurd, wekî xizanî, bêkarî, ketxwarî û talana nirxan li gel, kedkar û esnafên Tirkiyê dizivire.

Desthilat destûr nade ku gel xizanî, birçîbûn û mexdûriyeta xwe jî bîne ziman; hewl dide nerazîbûneke ji rêzê jî bi tûndî asteng bike.

Konsepta şer a ku desthilat ew xwedî dike û xelat dide wan jî komên selefî yên çete, amûrên şerên taybet û tekelên bazirganiya çekan e.

Ev hersê di heman demê de ew bingehe ku desthilat xwe dispêre wan jî.

Astengkirina van hêzan ku gelên Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve dibin jî, bi guhertineke siyasî, bi guhertina desthilatê pêkan e.

Pêdivî û hîssiyata gel, civak, kedkar, jin, ciwan, xizan û dînamîkên alîgirê demokrasiyê jî, li ser vê mîhwerê şênber dibin.

Qebûlkirin û encamgirtina vê mîhwerê jî bi dawî lêanîna rejîma yek zilamî pêkan e, û ev yek jî berpirsiyariyeke giran dide ser milê herkesî.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv