GIRTINA DERIYÊ TIL KOÇER
ŞÊXMÛS EHMED: GIRTINA DERÎ WÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI SER KAMPAN BIKE
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê nêzî milyonek koçberên herêmên cuda yên Sûriyê û Iraqê hene.
15 kampên penaberan li herêmên bakur-rojhilatê sûriyê hene ku bi hezeran malbatên koçber û penaber lê dijîn.
Bi hatina zivistanê re û ji ber ku kon riziyayî ne koçber zehmetiyan dikişînin û pêwîstiya wan bi gelek pêdiviyan hene.
Tevî ambargoyê deriyê Til Koçer jî girtiye û ev jî bandoreke neyînî li ser kampan dike.
Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed dibêje;
“Divê civaka navneteweyî biryara girtina deriyê Til Koçer di ber çavan re derbas bike.”