Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şêx Salar Suremeyrî: ‘Erdogan zordar e û wê xweda nefretê lê bîne’

 

Şêx Salar Suremeyrî, serokkomarê Tirk Erdogan wek zordar û kujer bi navkir û got, wê xweda nefreta xwe li Erdogan bike. Şêx Salar daxwaz kir ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê helwest were nîşandan. Her wiha da zanîn ger helwest neyê nîşandan wê Başûr jî mîna Efrînê were dagirkirin.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê bûye cihê nerazîbûna gelek pêkhate û aliyên siyasî yên Iraqê. Divê çarçoveyê de Xudbe bêjê bajaroka Şareban a parêzgeha Diyale Şêx Salar Suremeyrî ji Rojnews’ê re axivî.

Şêx Salar Suremeyrî behsa dagirkeriya dewleta Tirk kir û got; “Sucê ku niha Erdogan dike, zilm û zordestiyek mezine. Xweda vê zilmê qebûl nake û wê nefreta xwe lê bike. Di nava sed salên borî de ji Ataturk bigre ta digihe Erdogan yekî bi çavê mirovan li Kurdan temaşe nekirine. Tu ferqek di navbera Erdogan, Sedam û Hîtler de nine. Me dikujin, koçber dikin û nasnameya me di guherin. Erdogan ti demê nûnertiya Îslamyetê nake. Ji berku xweda daxwaza dadperwerî û karên baş dike, zilm û kuştinê qebûl nake.”

Şêx Salar da zanîn niyeta Tirkiyeyê ne tenê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û wiha domkir; “Hişmendiyek Turanî li gel wan de heye ji bo ji nûve zindîkirina împaratoriya Osmaniyan. Ew Kurdistan û piraniya xaka Rojhilata Navîn wek ya xwe dibînin û dixwazin mîna Efrînê dagir bikin. Ger em li dijî êrişan helwestek cidî nîşan nedin, wê ev der jî mîna Efrînê dagir bike. Ji bo wê divê hemû alî helwest li dijî dagirkeriyê nîşan bidin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv