Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sêvê Emo: ‘Em ê li ser şopa pêşengên xwe bimeşin û bi ser kevin’

 

END. RÊV. KOM. TENDIRUSTIYÊ YA ŞENGALÊ SÊVÊ EMO
“EM Ê LI SER ŞOPA PÊŞENGÊN XWE BIMEŞIN Û BI SER KEVIN”

17’ê Tebaxê balafirên şer ên dagirkeriya Tirk nexweşxaneya Sikêniyê ya li Şengalê bombe kir.

Di êrişan de 4 xebatkarên tenduristiyê jî di navê de 8 kes şehîd bûn.

Di bomberdimana 16’ê Tebaxê de jî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, biraziyê wî Şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûbûn.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê doh bi meşeke girseyî bersiv da êrişên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê.

Şengaliyên bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan, peyam dan ku ewê xwedî li îrade û xweseriya Şengalê derkevin.

Endama rêveberiya komîteya tendirustiyê ya Şengalê Sêvê Emo jî li ser êrişa li dijî nexweşxaneyê ji Rojnewsê re axivî.

Sêvê Emo diyar kir ku dijmin çiqas bi ser wan de were, ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Sêvê Emo da zanîn ku ew ê kar û xebata xwe ya ji bo tendirustiyê dewam bikin û xeyalên şehîdan pêk bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv