Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê derb li dagirkeran xistin

 

BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
ŞERVANÊN HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ DERB LI DAGIRKERAN XISTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên xwe yên li Efrîn, Mare, Ezaz û Cindirêsê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agahî dan.

Hêzên Rizgariya di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de êrişên xwe yên topbaranê li ser herêmê zêde kirin.

Li hember wan êrişan di navbera rojên 14 û 19’ê Tebaxê de çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.

Roja 14’ê Tebaxê, li bajaroka Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Heman rojê, li gundê Kil Cibrîn yê girêdayî Ezazê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Roja 15’ê Tebaxê, li gundê Keferxuşê yê Ezazê, hêzên me li hember qaîdeyeke artêşa Tirk bi çekên giran çalakiyek li dar xist.

Di encama vê çalakiyê de hemjara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Roja 16’ê Tebaxê, li navçeya Cindirêsê, di encama çalakiyeke sabotajê de çeteyek hat kuştin û motorek hat rûxandin.

Roja 19’ê Tebaxê, li gundê Gobelê yê Efrînê, li hember wesaîtek artêşa Tirk çalakiyek hat lidarxistin.
Ev wesaît hat rûxandin.

Piştî çalakiyê dema dijmin cenazeyên xwe radikirin, li hember wesaîteke din jî çalakî hat lidarxistin. Ev wesaît jî hat rûxandin.

Di encama wan çalakiyan de 5 leşker hatin kuştin, birîndarên dijmin hene lê hejmara birîndaran nehat zelalkirin.

Bi giştî di wan çalakiyan de; 5 leşker û 3 çete hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî birîndar bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv