Bêrîvan Kurdistan got yek ji polîtîkaya dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi hev bide kuştin, bal kişande ser yekîtiya PartiyênKurd a bi maneya siyasî û polîtîk û got, ”Weke ku hûn pê dizanin van rojan careke dî em têkçûna dewleta Tirk a dagirker dibînin.  Dewleta Tirk êrîşê ne ku tîne tenê ser gelê bakurê Kurdisstanê. Di vî şerî de ku bi salan e didome ji bo dewleta Tirk sînorê welêt qet ne girîng bû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker Kurd li kûderê bin wî heqî bi xwe re didbîne ku êrîşê bîne ser. Hebûna Kurdan ji bo ku xwe taloke dibîne. Ev hişmendiya ku wî mafî bi xwe re dibîne ji Bakur heta bi Rojava, ji Başûr heta bi Rojhilat êrîşê bîne ser çar parçeyên dixwaze pêşmergan jî tevlî nav vê lîstikê bike.”

Ez jî li nav malbateke wiha mezin bûm ku bi hişmendiya PDK’ê bû lê di wê Kurdistanê de ku bi hişmendiya berdest a PDK’ê tê xwestin were avakirin di nirxê netewî nîne. Ji ber vê jî banga me li pêşmergeyan ew e ku ji xeta hevkariya bi dagirkeran biqerin. Ji ber ku tekane rêya ku gelê Kurd ji qirkiri nû komkujiya berdest rizgar bike ew e ku li başûrê Kurdistane gerîla û pêşmerge mil bi mil şer bikin û li dijî dewleta Tirk rawestin. Di rewşeke berevajî vê de partiyên ji başûrên Kurdistanê jî divê zanibin dewleta Tirk a dagiker weke niha wê her tiştî ji bo xwe heq bibîne û otonomiya biçûk a di dest xwe de jî winda bike.

Ez bang li gel, jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim; li dijî dewleta Tirk ku dixwaze xaka me dagir bike divê em li ber xwe bidin. Heke li dijî vê êrîşa dagirker em ne li rex gerîla bin, em ê nikaribin li ser xaka xwe bi azadî bijîn. Divê hemû gelê me li dijî dewleta Tirk a dagirker rabe ser xwe û em dagirkeran ji ser xaka xwe bavêjin.”