Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seroka Desteya Rêveber a Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed

 

 

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed têkildarî rewşa dawî ya li herêmê ji bernemeyeke Taybet a ANHA’yê re axivî.

Bi taybetî jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê.

Îlham Ehmed got, mafê tu kesî tine ji mere bêje hûn çima xwe diparêzin..

SEROKA DESTEYA RÊVEBER A SÛRIYA DEMOKRATÎK ÎLHAM EHMED
“HEVDÎTINÊN ME YÊN LI MOSKOV Û WASHINGTONÊ ERÊNÎ BÛ”

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed bersiv da pirsên ANHA’yê.

Îlham Ehmed têkildarî hevdîtinên li Moskov û Washingtonê ev nirxandin kirin.

Hevdîtinên me girîng bûn û erênî derbas bûn.

Em dizanin Efrîn bi lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de hat dagirkirin.

Dakirkirina Serêkaniyê û Girê Spî jî bi lihevkirina Tirkiyê û Amerîka çêbû.

Yek ji armanca me ya sereke rizgarkirina van herêman e.

Me rewş ji wan re ragihand. Êdî divê em dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin.

SEROKA DESTEYA RÊVEBER A SÛRIYA DEMOKRATÎK ÎLHAM EHMED
“EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN XWE BIPARÊZIN, NE MAFÊ KESÎ YE BÊDE HUN ÇIMA XWE DIPARÊZIN”

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li ser êriş û gefên dewleta Tirk jî wiha axivî.

Komara Tirk xwe li ser qirkirina Kurdan û gelên din ava kir.

Em gefên dewleta Tirk bi awayekî ciddî digirin.

Mijar ne PKK yan jî ewlehiya dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe fermî û meşru bike.

Li ser pirsa ger êrişeke berferih pêk were hûn ê çawa bersiv bidin Îlham Ehmed ev bersiv da.

Dewleta tirk a bi desthilatdariya Erdogan, hebûna xwe li ser tasfiyekirina kurdan dibîne.

Divê ti kurdek destûra êrişên dagirkeriya tirk nede.

Berxwedan û xweparastin mafê her zindiyekî ye.

Dema em parastina xwe dikin mafê tu kesî tine ku bibeje hûn çima parastina xwe dikin.

Ger êrişek çêbibe civaka me, helbet wê xwe biparêze.

SEROKA DESTEYA RÊVEBER A SÛRIYA DEMOKRATÎK ÎLHAM EHMED
“BEYÎ NÛNERÊN RASTEQÎN TI ENCAM JI CIVÎNÊN DESTÛRA NÛ YA SÛRÎ DERNAKEVIN”

Îlham Ehmed da zanîn ku beyî rêveberiya xweser çaraserî li Sûrî ne mûmkun e û wiha got.

Komîteyeke ji bo destûra nû ya Sûrî hatiye avakirin.

Beşek rejîm, beşek mûxalefet, beşek jî qaşo civaka sivîle.

Ev civaka sivîl jî bi erêkirina aliyan, yanî Tirkiye, Rûsya, hikûmeta Şamê çêbûye.

Bi van dem tên winda kirin, beyî nûnerên rast ên gelê Sûriyê tu encam jî jê dernakeve.

SEROKA DESTEYA RÊVEBER A SÛRIYA DEMOKRATÎK ÎLHAM EHMED
JI BO NASKIRINA STATÛYA RÊVEBERIYA XWESER EZ SPASIYA KATALONYA DIKIM

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed ji ber naskirina statûya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî spasiya parlementoya Katalonya kir û wiha got.

Qebûlkirina statuya herêmê gavek erêniyê.

Gavek xwûşk û biratiya di navber Rêveberiya Xweser û Katalonya ye.

Ev yek cihê kêfxweşiyê ye.

Dibe gelek herêm û welatên din jî qebûl bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv