Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê li Idlibê

 

 

Li herema Idlib a Sûriyê di navbera hêzên rejîma Rejîma Sîri û çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

Di encamê de 3 eskerên rejîmê û 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Li aliyê din Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku artêşa dewleta Tirk nuqteyên din ên çavdêriyê çê dike.

Bi vî awayî hijmara nuqteyên wê li herema qaşo “bêçek” gihişt 64’an.

DI ŞER DE 3 LEŞKERÊN REJÎMÊ Û 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li herema Idlibê ya Sûriyê şer û pêvçûn di navbera hêzên rejîma Asad û çeteyên dewleta Tirk de didomin.

Li derdora Cebel El-Zawiye li gundewarê başûrê Idlibê şevê din heta saetê sibê şerekî dijwar qewimî.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê êrişî nuqteyên çeteyan kirin.

Bi vê yekê re şer di navbera her du aliyan de rû da û bi saetan dewam kir.

Li gorî heman çavkaniyê di encamê de herî kêm 4 çete hatin kuştin.

Ji aliyê rejîmê ve jî 3 leşker hatin kuştin.

Her wiha hejmarek mezin birîndar ji her du aliyan çêbûn û Navenda Çavdêriyê diyar kir ku rewşa gelekan pir xeter e.

Her wiha dema pêvçûnan de, balafirên şer ên Rûsyayê jî bi awayekî berfireh li ser heremê firiyan.

Di vê navberê de, hat ragihandin ku artêşa dewleta Tirk a dagirker serê vê sibê nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê li deverên cûda yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de, artêşa dewleta Tirk nuqteyeke din a çavdêriyê li Cebel El-Zawiye çêkir.

Li gorî agahiyan bi vî awayî hijmara nûqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk li herema qaşo “bêçek” gihişt 64’an.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv