Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê li Dijî Dagirkeriyê

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê 3 gerîlayên li cih û demên cûda şehîd bûne bibîranîn.
Gerîla Herdem li herêma Botanê… Îsyan û Fedakar jî li Dersimê şehîd bûn.

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê 3 GERÎLAYÊN ŞEHÎD BIBÎRANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 3 gerîlayên li cih û demên cûda şehîd bûne bibîranîn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Di Cotmehê de hevreyê me Herdem li herêma Botanê di êrişa balafirên şer a dagirkeriya Tirk de şehîd bû.

Veysel Akkûş bi nasnav Herdem Aras li Amedê ji dayîk bûye.

VEYSEL AKKÛŞ
HERDEM ARAS
AMED
DÊ Û BAV: ŞEFÎKA – VEYSÎ
COTMEHA 2021’Ê / BOTAN

Li ser şoreşgerî û têkoşeriya şehîd Herdem HPG’ê ev nirxandin kir.

Hevrêyê me Herdem li navçeya berxwedêr Licê ji dayik bû.

Ji ber ku malbata wî di nava têkoşîna Azadiyê de gelek berdêl dabûn, hê di zarokatiya xwe de partî nas kir.

Di sala sala 2004’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Pêngava 1’ê Hazîranê jî di nav de beşdarî gelek çalakî û pêngavên li dagirkeriyê bû.

Dema DAIŞ’ê êrişî Başûrê Kurdistanê kir yekser berê xwe da wê herêmê..

Li Mexmûr û Kerkûkê cihê xwe di nava têkoşîna li dijî çeteyan de girt.

Piştî erka xwe li we qadê temam kir çareke din vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê.

Bi erka fermandariya Eyaleta Botanê jinûve berê xwe da Bakurê Kurdistanê.

Heta şehîd bû jî ti carî tawîz ji têkoşîn û sekna xwe neda.

16’ê Tebaxê jî artêşa Tirk qada Derekoyê ya navçeya Dersimê Xozadê bombe kir.

Di vê bombardûmanê de hevrêyê me Fedakar şehîd bû.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ne:

Mehmet Şexmûs Talmaç bi nasnav Fedakar Amed li Amedê ji dayik bûye.

MEHMET ŞÊXMÛS TALMAÇ
FEDAKAR AMED
AMED
DÊ Û BAV: SEMRA AHMET

7’ê Gulanê jî artêşa Tirk li Geliyê Sal ê Dersimê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Li herêmê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şer qewimî.

Hevrêyê me Îsyan heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û birîndar bû.

Ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.

Hevrêyê me Îsyan ku teslîmiyet qebûl nekir, bû milîtanekî bijarte yê sekna milîtanî ya Apoyî.

HPG’ê da zanîn ku agahiyên berfireh ên li ser nasnameyê Îsyan de dema bi dest ketin wê bi raya giştî re bûn parve kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ji malbatên şehîd û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û got:

Her 3 şehîdên me, nîşanî me hevrê û gelê Kurd dan ku emê timî wan bi serbilindî bi bîr bînin.

Bîranîna wan bikin bingeha têkoşînê û bi ser bixin.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv