Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê Gerîla yê li Dijî Dagirkeriyê

 

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên di sala 2015’an de şehîd bûne bi bîr anîn.
Gerîa Nesrîn, Mervan, Dilşêr û Sînan di bambebaran artêşa Tirk a dagirker de li herêmên parastinê yên Medya şehîd bûn.
HPG’ê di serî de malbatên şehîdan û tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest.

ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê 4 ŞEHÎDÊN 2015’AN EŞKERE KIRIN Û BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 gerîlayên di bombebarana artêşa Tirk de şehîd bûn bi bîr anîn.

HPG’ê ragihand ku herçar gerîla 20’ê Kanûna 2015’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn..

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Devlet Çelîk bi nasnav Nesrîn Amanos li Dîllokê ji dayîk bû.

DEWLET ÇELÎK
NESRÎN AMANOS
DÎLOK
DÊ Û BAV: ZELÎHA – HUSEYÎN
20’Ê KANÛNA 2015’AN

Hakan Işik bi nasnav Mervan Başkale li Wanê ji dayik bûye.

HAKAN IŞIK
MERVAN BAŞKALE
WAN
DÊ Û BAV: KEVIYE – ZIYADDÎN
20’Ê KANÛNA 2015’AN

Nevzat Aldemîr bi nasnav Dilşêr Piling li Colemêrgê ji dayik bûye..

NEVZAT ALDEMÎR
DILŞÊR PILING
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: EMÎNE – ŞUKRU
20’Ê KANÛNA 2015’AN

Mûhammed Esat Atan bi nasnav Sînan Ozalp li Wanê ji dayik bûye..

MÛHAMMED ESAT ATAN
SÎNAN OZALP
WAN
DÊ Û BAV: PAMBÛK – NÎZAMETTÎN
20’Ê KANÛNA 2015’AN

HPG’ê di daxuyaniya xwe de qala têkoşîna her 4 şehîdan jî kir û ev ahagî dan.

Hevrêya me Nesrîn 2004’an tevlî nava refên gerîla bû.

Di serî de Zap, Metîna, Garê, Heftanîn û Zagros li gelek herêman gerîlatî kir.

Herî dawî li herêma Avaşînê di gelek çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk de cih girtiye.

Hevrêyê me Mervan jî di nav malbateke welatparêz de mezin bû.

Piştî tevlî nava tefên gerîla bû, berê xwe da herêma Zagrosan..

Enerjiya xwe ya ciwantiyê timî parast û li her qadê nîşan da.

Hevrêyê me Dilşêr jî di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Da ser şopa birayê xwe û tevlî nava refên gerîla bû.

Ji kêliya beşdarbûyî heta dawî, bû xwedî dilsoziya şopandina rêya şehîdan.

Hevrêyê me Sînan nava malbateke welatparêz ji dayîk bû û bi çanda berxwedanê mezin bû.

Hê di temenê xwe yê biçûk de ket pey lêgerîna têkoşînê.

Piştî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo nas kir, berê xwe da çiyayên azad û beşdarî refên têkoşînê bû.

Li qadên gerîla erkên cûda hilgirtin ser milê xwe û bi serketî bi cih anî.

Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê ji malbatên şehîdan û tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv