Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê Gerîla li Dijî Dagirkeriyê

 

Di van rojên dawî de gerîlayan di serî de herêma Zapê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan.
Dewleta Tirk bi êrişên hewayî û şerê pîskolojîk hewl dide ser vê têkçûna xwe veşêre.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:
Dewleta Tirk rêya çapemeniya xwe ya şerê taybet îdîa dike ku gerîla şehîd bûne û hejmaran parve dike.
Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.
Dagirker wê nikaribin bi van êrişên hewayî têkçûna xwe ya li hemberî gerîla veşêrin.
Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin propagandaya şerê taybet a dagirkeran

ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: DEWLETA TIRK BI NÛÇEYÊN DEREW NIKARE SER TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên hewayî û şerê pîskolojîk yê dewleta Tirk daxuyaniyek da.

HPG’ê bal kişand ser çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk û wiha got:

Demên dawî di encama çalakiyên xurt ên gerîlayên Azadiya Kurdistanê de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwarin.

Piştî nav çalakiyên serketî yên gerîla dewleta Tirk bi êrişên hewayî hewl dide encam bigre.

Bi rêya çapemeniya xwe ya şerê taybet îdîa dike ku di êrişan de gerîla şehîd bûne û hejmaran par ve dike.

Bi vê yekê dixwaze hem raya giştî bixapîne, hem jî têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne.

Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin propagandaya şerê taybet a dagirkeran ku bênavber derewan dikin.

Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî ev agahî dan.

13’ê Kanûnê li herêma Garê gundê Dêrîkê yê ser bi navçeya Duhokê û qada Sêdarê…

Di navbera 12 û 14’ê Kanûnê de jî qadên Kûnîşka, Şehîd Rustem, Karker û Çemço yên herêma Zapê bi balafirên şer bombebaran kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv