Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê azadiyê ji nan û avê girîngtir e!

Rêber Apo: Şerê azadiyê beriya nan û avê ye! Di şer de dibe ku me serketineke misoger bi dest nexistine, lê belê destketiyên me hene ku ji wê jî hêjatir e.

“Me sala 11’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li pey xwe hişt, dest bi sala 12’an a şer dikin. We hemûyan bi coşeke mezin silav dikim û ji bo îsal bibe sala we ya serketinê, soza serketinê dubare dikim û silav dikim.

Hûn, gelê me; îsal jî di nava şerekî mezin de bûn. Dijmin, ji bo sala derbasbûyî li me bike saleke bêhêvî, tarî û tunebûnê derfetên xwe hemû seferber kir. Rê û rêbazên şer ên qirêj ferz kir ku diviyabû di şer de ti carî nehatibûna bikaranîn. Em baş zanin ku eger vî şerî di van salên nêz de qezenç neke, ew dîroka xwe ya lanet, ew dîroka faşîst a barbar wê bibe belayekî mezin li serê wan. Bi tirsa ji vê yekê, mîna cinawirekî ku li ber mirinê ye bi ser me ve hat. Li hemberî vî cinawirî bêguman em neçar in li ber xwe bidin.

Ez dixwazim bi rengekî eşkere ji we re destnîşan bikim; ev sal ne salên welê hêsan e, her wiha ne salên welê ye ku bi hêsanî şer bê kirin. Sebir, înat, berxwedaneke mezin jê re divê. Ji bo têkçûna wan, pêwîstî bi hostatiyeke mezin heye. Ji bo ev bê fêhmkirin di nava partiya me de, di nava artêşa me de me gelekî hewl da. Eger me şaşitiyên gelekî mezin kiribûya, ya girîng jî eger me nekarîbûya rêbaz û berxwedana xwe bidomanda, îro her tişt dikarîbû ji dest biçûya. Her wiha hûn baş zanin ku li gel samîmiyeta me, li gel fedakariya me jî xerakerên herî nebaş ji dijmin bêhtir di nava me de derdikevin. Kesayetên li nava refên rizgariya neteweyî, li nava partiyê bûne bela, kesayetên ku nizanin xizmetê çi ji re dike, hene. Mîna ku di raperînên dîroka me de hatin dîtin, vê raperîna hêviya dawî ya pîroz, vî şerê yekane yê jiyanê ji ber sedemeke gelekî erzan û bi nêteke baş dikarîbûn pûç bikin.

Dikare bê gotin, diviyabû me ji dijmin bêhtir karîbûna têkoşîneke aqilane, bi sebir û înat bimeşanda, bi hostatî. Dikarim bêjim ku li vê eniyê jî me salên derbasbûyî şerekî mezin meşand.

EGER EV ŞER NEBE HÛN NE TIŞTEK IN

Hûn îro baştir dibînin ku têkoşîn têk neçûye û gihîştiye wê pêvajoyê ku nîşaneyên serketinê dide. Dijmin giranî da ser çend salên dawî ji bo hêviyên dawî yên rizgariye gelekî tune bike. Em ji bîr nekin ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li parçeyên Kurdistanê hemûyan ji bo têkçûna herî dawî, bi rêbaza komkujiyê ya herî metirsîdar, xwest bi xayintî, veşartî û durû tevbigere. Divê kes vê yekê ji nedîtî ve neyê. Eger ev rastiya gel, rastiya gelê hişyar bûye û şer dike neyê dîtin, hûn rastiya bingehîn a şer nebînin, ji zor, zehmetî, êşkence û komkujiyên heyî bêhtir wê salên bi zehmetî, êşkence û komkujiyan derkeve pêşiya we, lewma hûnê bigêjin ber qedandinê.

Hûn gelekî baş dibînin ku îro em çima ketine rewşa gelekî li paş tevahiya cîhanê maye.

Ji ber ku bi qasî dijminê xwe me nekarî li dijî wî şer bikin, nekarî xwe rêxistin bikin, nekarî xwe bi artêş bikin, nebûn xwedî rêbaza şerê rastî, me winda kir û ketin vê rewşê. Dibe ku hinek rabin bêjin, ‘bi min çi dikare bibe?’ yan jî bêje ‘vejîna gelekî windakirî, rizgariya vî gelî gelo pêkane?’ Me gelekî ev bihîst. Ez bi xwe ji roja destpêkê heta niha li nava partiyê û derveyî partiyê vê gotinê dibihîznim. Tê gotin, ‘Bi min çi dikare bibe, bi me çi dikare bibe?’ Rastiya gelekî ku ewqasî xwe ji bîr kiriye, berevajî cewhera xwe bûye bi rastî jî gelekî lanetbûyî ye. Li vê cîhnaê nikare bibe xwedî tiştekî. Wê çaxê çima ev şer? Berxwedana mezin a li dijî van êşkence û komkujiyan ji bo vê ye; eger ev şer nebe hûn ne tiştek in!

EV ŞERÊ AZADIYÊ JI NAN Û AVÊ HÊJATIR E

Hûn gelekî baş zanin, eger îro li cîhanê navekî we hebe, bi saya vî şerî bûye. Gelekî ku nikare şerê xwe bide, wê welatê xwe di oxira tiştekî bêqîmet de biterikîne. Gelekî ku nizane çima terikandiye û jê reviya ye, gelekî ketiye rewşa herî nebaş. Êşeke gelekî giran e ku rastiya heta doh hûn tê de bûn ev bû. Niha welatparêzî bi we re çêdibe. Daxwaza ji bo welat, daxwaza ji bo jiyana li welatekî azad her roj bi we re xurt dibe. Mîna lehiyekê hûn ê ber bi çavkaniya xwe ya xwezayî biherikin. Bila gumana we ji vê tune be. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku heta doh çavê her kesî li revê bû, çavê her kesî li bajarokekî dijmin an jî metropolên emperyalîzmê bû.

Ez ji gelê me yê li derveyî welat dipirsim; gelo hûn vê jiyanê diecibînin? Rezîltî niha hîn bêhtir nîne? Bêwelatmayin tiştekî gelekî nebaş e! Bêrûmetî tiştekî gleekî nebaş e! Ji bo vê ez dibêjim şer bikin. Ev şerê azadiyê dibe ku beriya nan û avê ye! Di şer de dibe ku me serketineke misoger bi dest nexistine, lê belê destketiyên me hene ku ji wê jî hêjatir e. Bûyîna gelekî şerker dibe ku ji serketinê jî hêjatir e. Şerkirina gelekî mîna we, bi tena serê xwe ji serketinê bêhtir hêja ye.

Şer ji bo gelên kol, cejn e.

Hûn niha her roj di cejnê de ne. Ev rast e û divê bi vî rengî be. Qet pêwîstî pê nîne ku bikevin nava bendewariya serketineke hêsanî. Bila ev şer bi dehan salên din dewam bike. Ya muhîm ew e ku em zanibin şer bikin û cejna şer bijîn. Ya ku ji bo me pêwîst e, ev e. We ev şens bi dest xist. Hûn bûn gelekî bi vî rengî. Di vê sala şerê me de tişta ez ji we re bi bawerî û misogerî bêjim ew e; vî şerê bêdawî li ser hîmên bingehîn bidin rûniştandin. Ji bo vê jî pêwîstî bi wêrekî, fedakarî, jê jî wêdetir pêwîstî bi siyaset, amadekarî û hewldanên çeperbûyînê heye. Ez li vir qala van nekim.

Rêbazeke ku serî li ber dijmin natewîne û li ber xwe dide, pêwîstiya xwe bi wêrekiyeke mezin hebû. Hûn hemû bi vê zanin. Rawestîna bi serbilindî ya li hemberî jendermeyekî jî rûmetek bû. Bilêvkirina navê xwe rûmetek bû. Gotina ‘Divê welatekî min jîhebe’ gaveke mezin bû. Ev hemû ew tişt in ku îro kes nikare bibîne. Lê belê bi salane ez zanim ku ji bo navê we, ji bo afirandina wêrekiyê, ji bo afirandina hesta fedakariyê min çiqasî hewl da. Divê mirov înkar neke. Pêwîste her kes xwe bi rengekî rast pênase bike. Em ji ku derê gihîştin ku derê? Em bi çi û çawa hatin? Eger hûn vê nizanibin hûn ê fêhm nekin bê Rêbertî çi ye, şehîd kî ne, êşkence çi ye. Bêyî fêhmkirinê jî şer nabe. Şer neyê fêhmkirin jî jiyan, şeref, heysiyet nabe. Divê êdî em van gotinan li xwe bînin.

Ji bo vê salê yan jî salên bê dikarim bi rengekî eşkere bêjim; dibe ku em serketineke misoger bi dest nexin, lê belê cihê kêfxweşiyê ye ku me şerekî bêdawî dan meşandin. Divê em bi gumanbarî nêzî şerê ji serketina erzan bibin. Kesayetekî ku di nava şer de nebe pola, her tim wê têk biçe. Em ê kesayetê ku tê knaçe, di nava şer de bikin pola. Em ê gelê ku têk naçe, fikrê bûye pola, hêza biryardarî û îradeyê di vî şerî de biafirînin. Me hinekî afirand, em ê salên bê hîn bêhtir biafirînin.

Êdî dijmin jî bawer dike ku em gelekî têk naçin. Îro jî raporên Kurd têne weşandin. Yên digotin ‘Li ber qedandinê ne’ raporan dinivîsînin. Dibêjin, ‘PKK têk naçe, şerê vî şerî têk naçe’. Bêçare ne! Asta wan a qebûlkirina vî gelî nîne. Dijmin di nava bêçareseriyeke mezin de ye. Şerê qirêj û durû yê ku ti carî nayê qebûlkirin dimeşîne ku êdî dost û hevalbendên wan jî qebûl nakin. Bi xwe spartina li xalê xwe yê mezin; Emerîka û Elmanyayê êdî nikare vî şerî bimeşîne. Li hundir jî bi demagojiya ‘yekparebûna milî’ nikare qirêjiya vî şerî veşêre. Dijmin hatiye vê nuqteyê.

Me karîbû li ber xwe bide û dawiya dawî ez bi rengekî eşkere rapora xwe didim. Hin kesayet hene ku ji djimin jî bêhtir metirsîdar nikare şer bike, nikare xwe bike artêş, nikare xwe bike gel hene. Em bi xwe zanin ku ji ber kêmasiyên xwe yên li qada şer em zehmetiyê dikişînin. Hinek gelekî nebaş dike. Me ev dît. Li hemberî van me şerekî bêeman meşand û dikarim bi hêsanî bêjim ku çawa ku me dijmin tengav kir, ev şerê herî metirsîdar bi sînor kir; me hin kesên li nava partiyê neyekser hevalbendê dijmin e, hinek jê bi nêta baş, hinek jî bi nêta nebaş û xerakirinê tevdigerin û bûne belayê serê partiyê û artêşê, me ew jî bi sînor kir. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku em ê ji niha û pê ve dijmin hîn bêhtir tengav bikin, şerekî bi vî rengî bimeşînin. Em ê vî şerî di nava xwe de jî bi xurtî bimeşînin.

Îsal me serketinên mezin bi dest xist. Li ser vê bingehê em dest bi sala nû ya şer dikin. Naxwazim ku hêviya zêde bidim. Naxwazim mizgîniyan jî bidim. Tişta bêjim ew e; di nava vê sala bê ya şer de ez jî di nav de şehadet dikarin çêbibin, lê belê têkçûn wê çênebe! Astengî û metirsiya têkçûna şerê gel beralî kiriye. Şerê gel wê sala bê hem li hundir hem jî li derve xwe paqij bike, mezin bike û rêbaza balkêş biafirîne û bi vî rengî dewam bike. Divê ev yek biçûk neyê dîtin. Şerê xurtbûyî rizgarî ye, jiyana azad e. Hîn bêhtir şer hîn bêhtir azadî ye, hîn bêhtir rizgarî ye. Divê kes xwe ji şer venegire.

BANG DIKIM KU DI PÊVAJOYA BÊ DE HÎN BÊHTIR BIBE GELÊ ŞERKER

Ez bang li we dikim ku di pêvajoya bê de hîn bêhtir bibin gelekî şerker. Tirsa şer ji holê rabû. Fedakariya şer ispat bû. Hate qebûlkirin ku şer rêbazeke jiyanê ye. Wê demê li ser vê bingehê divê hîn bêhtir şer bê kirin, ji bo şer jî hîn bêhtir rêxistinî, perwerde û propaganda bê kirin… Çi ji destê kê tê divê bike; li malê, li nava zeviyan, li febrîqeyan, li mizgeftê, li dêrê, li hundir welat, li derveyî welat, li çiyê, li bajaran, li gundan, li her cihî… Ji kevirekî heta çeka herî giran, ji duayekê heta bi darbeya şûrekî, li gorî rewşê çi ji destê kê tê divê bike û vî şerî mezin bike.

Me ji dijmin re got, ‘werin em serî li rêya çareseriya siyasî bidin’. Bi vê wesîleyê vê banga xwe dubare dikim. Her wiha bi navê Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi deh hezaran berxwedan afirî. Destpêkê bi deh hezaran berxwedêriya zindanê, grevên wan ên birçîbûnê bi vê wesîleyê silav dikim û destnîşan dikim ku tevlîbûna gelê me li çar aliyên cîhanê li vê greva birçîbûnê bangek ji bo aştiyê ye, li şûna vî şerê qirêj rêya çareseriya siyasî ha hemdem e, banga ji bo çareseriya bi rêya diyalog û nîqaşê ye. We bi rengekî eşkere ev bang kir, ez jî dubare dikim. Lê belê xuya ye dijmin naxwaze fêhm jî bike. Bi sedan sal in di rêbaza barbar a şer de israr dike. Divê em hemû vê fêhm bikin. Fêhmkirin jî têrê nake, divê em li ber rabin û li dijî wê şer bikin.

Lewma ez nabêjim ku şer tiştekî gelekî xweş e, lewma şer bikin. Ez dibêjim ku li hemberî me dijminek heye ku dixwaze bi şerekî barbarî gelê me ji holê rake, li dijî vî dijminî ji bo parastina hebûna xwe şer bikin. Dijmin bi sedan salî ev kir, niha jî bi şêweyekî ku ti milet qebûl neke li pêş çavên cîhanê dibêje ‘ya ez ê te biqedînim, ya ez ê te biqedînim’. Bi kîjan wêrekiyê vê gotinê dibêje? Çi mafê xwe heye, bi kîjan navê mirovahiyê vê dibêje? Ev yek qanûnê kê ye? Em bi vê zanin, lê belê eger hûn ji sedî sed neqediya bin, eger rûmeta mirovahiyê ji dest nedabe, bi qasî berxwedêrên zindanan ên leheng û berxwedêrên me yên li çiyê hûn gelê me serê xwe netewînin, divê hûn li ber rabin.

Pêl bi pêl hûn digihêjin vê astê, her wiha hûn li pêş in. Em dibêjin ku dem ew dem e gelê me ji heft heta heftê salî bi her awayî bikeve nava pêvajoya serhildanê. Bi coşa cejnê bikevin nava vê pêvajoyê… Gelê rabûye ser piyan û şer dike, tenê bi vî rengî dikare bersivê bide. Ez dibêjim ku em rabin şerê berxwedana pîroz a vî gelî. Jiyanek ji vê bilindtir û hêjatir nîne!

Cihê kêfxweşiyê ye ku hûn gihîştine wê rewşê ku dikarin êdî vî şerî bimeşînin. Hûn ketine nava pêvajoyeke dîrokî ku bi şerekî mezintir dikarin rûmet û azadiyê bi dest bixin. Gelekî ku hîn doh newêrîbû navê xwe bilê bike, gelekî ku ji welatê xwe direviya; îro ruhê xwe bi welatê xwe ve girê daye. Û ji bo vê jî fedakariyeke mezin daye ber çavên xwe. Bûyîna gelekî wiha ne hêsan e, ne jî tiştekî biçûk e. Eger we hinekî din rastiya gel, hişmendiya wê ya azadiyê, artêşa wê û şerê wê bi temamî fêhm kirine, ev yek tê wê wateyê ku we destketiya herî mezin bi dest xistine.

Em qîma xwe bi vê nînin, em zanin ku gelekî ji dijmin bêhtir bi israr be, jê hîn bêhtir bêeman e. Ji ber ku yê mafdar em in, yê ku neçar e li welatê xwe bi rengekî azad bijî em in. Li ser bingeha wekhevî û biratiyê yê ku yekîtî û azadiyê dixwazin em in. Ji bo vê jî pêwîstî bi şer heye. Ji xwe jiyana we ya niha jiyana herî bi bela ye, jiyanek ji şer xerabtir e.

EZ BANGA SERKETINÊ LI WE DIKIM

Hûn gelekî baş pê zanin ku hema bêje li her cihî jiyan li we bûye zindan, ji şer girantir e. Şer dikare jiyanê bîne, dikare veguherîne asteke ku dikare bê qebûlkirin. Lewma şer êdî jiyaneke ku hûn dikarin qebûl bikin. Ji bo jiyaneke dikare bê qebûlkirin ez bang li we dikim. Bang li we dikim ku vê dilxwaziyê bijîn.

Şer rizgarî ye, şeref e!

Şer qezençkirina yên ku me ji aliye madî û manewî ve winda kirine.

Hewldan û pîşeyekî ji vê hêjatir nîne. Ji bo we cihê kêfxweşiyê ye ku we şerê xwe êdî bi rengekî têk naçe bi dest xistine. Mizgîniya min a li we ev e.

Hûn ê li ser vê bingehê hîn bêhtir tevlî vî şerî bibin. Salên bê hûn ê hîn bêhtir bibêjin şer, hîn bêhtir bêjin azadî û welat. Hîn bêhtir azadî û welat tê wateya hîn bêhtir kar û ked, hîn bêhtir pêşketina manewî û exlaqî. Divê hûn êdî heta dawiyê vê fêhm bikin û bi tiştekî neguherînin. Ez bang li we dikim ku vê yekê ji her demê bêhtir fêhm bikin, pêwîstiyên wê, bi şerê herî dijwar bi cih bînin û qezenç bikin. Partiya me pêşengiyê ji vê re dike.

Partiya me ji her demê bêhtir xwe ji hundir ve paqij kiriye. Tevî ku bûye xwedî tecrûbgeya şer, li cîhanê li gel astengiyan hemûyan li ser bingeha sosyalîst xwe li hundir û derve bi pêş xistiye, bûye partiyek ku ber bi serketinê ve diçe. Ev partî pêşengiyê ji şerê we re dike. Divê ku partiyeke bi vî rengî ya bi ser dikeve û di nava her şert û mercî de berê xwe li serketinê ye timî ji xwe re bikin esas. Ji bo vê jî divê hûn fêhmkirina rast a partiyê, pêşengiya rast a partiyê bixwazin. Endamên partiyê jî divê teqez zanibin ku şerê dimeşînin şerê gel e, pêşengiya bi rûmet, azadî, serxwebûn û dewlemendiya madî û manewî dikin, lewma divê teqez bi rola xwe ya pêşengiyê rabin. Li derveyî vê yekê kes nikare bi navê PKK’ê îdîaya pêşengiyê bike. Bang dikim ku wezîfeyên xwe bi temamî bi cih bînin û bi ser bixînin.

Bêguman hêza me ya bingehîn, hêza me ya artêşê ye, ARGK ye. Hêza me ya artêşê baskê pêşeng ê herî şerker, wêrek û fedakar ê gelê me ye. Di nava artêşa me de ji bo şerê gel, hem ji aliyê stratejîk hem jî demdirêj û demkurt, me ji bo pirsa ‘divê çawa şer bê kirin’ salên derbasbûyî bersivên gelekî mezin dît. Bi qasî ku me xwe ji şaşitî û kêmasiyan dûr xist, ji her demê bêhtir me rastî jî serwer kir. ARGK gihîştiye wê astê ku êdî karên xwe dikare di asta serketinê de bimeşîne. Gihîştiye wê astê ku li dijî her dijminî dikare serketinê bi dest bixe.

Ez bang li şervanan bi taybetî jî fermandarên ARGK’ê dikim ku piştî ewqas tecrûbeyan êdî nekevin rewşeke têkçûna erzan a dîroka me û li ser esasê destketiyên têne fêhmkirin tevbigerin.

DIVÊ HÛN ZANIBIN LI BER DIJMINÊN GEL RABIN

Di serî de gelê Tirkiyeyê ji hêzên li dijî şerê qirêj in, ji sosyalîst, şoreşger û demokratên ku rizgariya xwe di rizgariya gelê me de dibînin, ji mirovên paqij ên gel re vê dibêjim: Ev şerê qirêj ji gelê me bêhtir gelê we gemarî dike. Ji bo dawî li vê qirêjiyê bînin, vî şerî rawestînin. Ev şer ne şerê we ye. Ne şerê we yê neteweyî ye ne jî yê çînî ye. Divê hûn zanibin li ber van nokeran, firoşkarên welat, xayinên ku vî şerê qirêj dimeşînin, dijminên gel rabin.

Vî şerê qirêj êdî weke şerê we yê neteweyî nebîninin, şerê gelê Kurdistanê bikin şerê xwe û bi vê wesîleyê şerê xwe bi piştevaniyeke mezin a enternasyonal bimeşînin. Hûn ê bibînin ku rizgariya dawiya dawî ya ji bo we di vî şerî de ye. Roja vê ykeê hatiye, derfetên wê jî zêde ne. Şoreşger û gelê Tirkiyeyê yê azadîxwaz divê vê bibîne, fêhm bike û pêwîstiyên wê bi cih bîne. Ez ji her demê bêhtir eşkere dibêjim, şerê me şerê gelê Tirkiyeyê ye; serketina me serketina gelê Tirkiyeyê ye.

Ji bo hêzên Kurdistanî yên li derveyî me jî dibêjim; rojên yekîtiya neteweyî, piştevaniyê fêhm bikin, ji Şerê Rizgariya Neteweyî jî wêdetir vî şerê ku bûye şerê man û nemanê fêhm bikin, li ber vî şerî ranebin û eger bixwazin pêwîstiyên wê bi cih bînin. Dixwazim bêjim ku em ê heta dawiyê piştgiriya wan bikin. Eger nikarin tevlî eniya leşkerî bibin, bila tevlî eniya siyasî bibin, nikarin tevlî eniya li nava welêt bibin bila tevlî eniya li derveyî welêt bibin, lê belê ti carî nebin asteng, wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bêyî ku li dijî vî şerî derkevin bi cih bînin, li ser vê bingehê careke din nekevin kêmasiyan, ku ev kêmasî ji kîjan ji me dibe bila bibe, bi ruhê neteweyî yê mezin tevlî şerê berxwedanê yê pîroz ê li pêşiya me bibin û pêwîstiyên wê bi cih bînin.

Ez di wê baweriyê de me ku dostên me yê li cîhanê ji her demê bêhtir vî şerê me fêhm dikin û dixwazin piştgiriyê bidin. Eşkere ye ku şerê me şerê herî bi wate yê enternasyonal e. Şerê Kurdistanê yê heyî şerê şerefê yê şoreşê ye, şerê rûmetê yê sosyalîzmê ye, şerê demokrasiyê ye. Di wê baweriyê de me ku ew jî li se vê bingehê dinirxîne û jê serbilind e, wê ji niha û pê ve jî piştgiriya xwe xurt bikin. Bang li wan dikim ku gavên xwe hîn bi xurtî biavêjin û serketinê misoger bikin.

Li ser vê bingehê sala 11’an Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikim, sala 12’an bila bi serketinên mezin derbas bibe. Ji her demê bêhtir hêvîdarim ku ji bo azadî û serxwebûnê bibe gelekî şerker, bi şerê cewherî ji bo îsal bê qezençkirin, hîn bêhtir fedakarî bê kirin, ji bo hîn bêhtir wêrekî û şer, bi pêş ve biçin û bi ser bikevin. Silav, hezkirin û hurmetên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim.”

Nirxandina Rêber Apo a sala 1995’an bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê kiribû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv