Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serdana Enqerê ya serokên konsey û komîsyona YE’yê wek piştgiriya ji bo faşîzma AKP-MHP’ê tê dîtin 06.04.2021

 

SERDANA ENQERÊ YA SEROKÊN KONSEY Û KOMÎSYONA YE’YÊ
EV SERDAAN WEKÎ PIŞTGIRIYA JI BO FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê TÊ DÎTIN

Serokê Konseya Yekitiya Ewûrpayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekitiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen li Enqerê bi şefê faşîst ê rêveberiya Tirk Tayîp Erdogan hatin cem hev.

Mijara sereke ya hevdîtinan destdirêjiya Tirk a li Behra Spî, Sûrî, Lîbya, Kibris, Karabax û têkiliyên du-alî ne.

Erdogan wekî berê dixwaze bi şantaja şandina koçberan destê xwe xurt bike û Ewrûpa çavên xwe li faşîzma wî bigire.

Rayedarên Yekitiya Ewrûpayê jî bi şertê destdirêjiya li Behra Spî dawî bike û hin gavên demokratîk biavêje, pêşxistina têkiliyan difikirin.

Lê belê di serî de li parlemena Ewrûpayê, gelek kom û sazî, vê serdanê wekî piştgiriya ji bo faşîzma AKP-MHP’ê dinirxînin û rexne dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv