Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Serçete Ebû Takî Elşamî li Bûrsayê derket

 

Ebû Takî Alshamy kujerê çeteyên DAIŞ’ê bû.

Kesên ku DAIŞ’ê girtibûn û biryara kuştina wan dida, Ebû Takî Alshamy dikuştin.

Wî kesî bi vî rengî bi dehan kes kuştin û dîmenên wî jî parve dikirin.

Derket holê ku ev kesê qal kirî li bajarê Tirkiyê Bursayê li şîrketekî gaza xwezayî dixebite.

LI SER AGAHIYÊN DI MEDYA CIVAKÎ DE POLÎS NEÇAR MA WÎ BIGIRIN

Ebû Takî Alshamy yek ji serçeteyên DAIŞ’ê bû.

Li herêma El Meyadîn û El Bukemal a Dêra Zorê berpirsyariya DAIŞ’ê dikir.

Ne tenê berpirsyarî û rêveberiya DAIŞ’ê dikir, di heman demê de kujerê DAIŞ’ê bû.

Kesên ku DAIŞ’ê girtîbûn û biryara kuştina wî û wan dida, radestî Ebû Takî Alshamy dikir. Wî jî ew kes dikuştin, dîmenên kuştinê didan kişandin û dûre jî di medya civakî de weşandin.

Bi wan dîmenan propagandaya hovîtiya DAIŞ’ê dikir û tirsa DAIŞ’ê belav dikir.

Ew kesê qal kirî 3 salin li navçeya Bursa Înegolê dijî.

Û di ser de bi awayekî eşkere li şîrketeke gaza xwezayî dixebite.

Piştî ku ev agahî di medya civakî de belav bûn, polîsên Tirk neçar man, wî kesî binçav bikin.

Bi vê bûyerê jî, careke din hevkariya Tirkiye û DAIŞ’ê û parêzvaniya wê ya DAIŞ û kujerên wê isbat bû.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarên me hene

Stêrk Tv

Mûrat Karayilan îro di saet 18’an de yê qala şerê taybet ê Dewleta Tirk bike!

Mustafa

Rêber APO: Jina herî bedew jina azad e.

Stêrk Tv

Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin 12.12.2020

Stêrk Tv

Bedran Çiya Kurd: Hikumeta Almanya dixwaze dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava fermî bike 21.10.2020

Stêrk Tv

ڕاڤەی ڕۆژ ئەمشەو چوارشەممە کاتژمێر ١٩:٠٠ بەکاتی ناوەندی ئەورووپا پێشکەش دەکرێت.

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!