KOMKUJIYÊN 16-17’Ê TEBAXÊ LI ŞENGALÊ
ŞENGALÎ WÊ SIBE LI NAVENDA BAJÊR BIMEŞIN
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wê sibe li Şengalê bi meşeke girseyî bersiv bide êrişên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê.
Meclîsê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku ew ê sibe saet 15’an li navenda Şengalê bimeşin.
Di daxuyaniyê de komkujiyên 16’ê Tebaxê li sûka kevin a Şengalê û 17’ê Tebaxê li Nexweşxaneya Sikêniyê hatin bibîrxistin.
Meclîsê wiha got:
Me hê roja destpêkê jî gotibû; pîlanên fermanên nû li ser serê Êzîdiyan digerînin.
Dixwazin bi gef, kuştin û komkujiyan îradeya civaka Êzîdî teslîm bigirin.
Meclîsê destnîşan kir, ku aliyên Peymana 9’ê Cotmehê dixwazin bi komkujiyan wê bixin meriyetê û wiha got:
Çiqasî bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hatibin jî, ev komkujî bi hevkariya PDKê, hukûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê pêk hatin.
Em jî dibêjin; çi dibe bila bibe, em serî natewînin.
Ji ber vê yekê em sibe meşeke girseyî ji bo Şengala Xweser û Azad li dar dixin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê eşkere kir, ku meş wê ji pêşiya medreseya sor dest pê bike û ev bang kir:
Em bang li civaka Êzîdî, gelê Ereb û dostên Şengalê dikin, ku beşdarî vê meşê bibin.
Em careke din bi vê meşê yekîtî, tifaq, soz û baweriya xwe nîşanî dost û dijminan bidin.
Divê sibe ti kes li malên xwe nemîne û her kes ji bo bîranîna şehîdan û soza tolhildana wan, beşdarî meşê bibe.