Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şengalî cejnê di nava şînê de pêşwazî kirin!

 

Doh cejna Ezî ya Feqîranbû, lê ji ber êrîşa dewleta Tirk û nokerên wan ya li dijî pêşengên Êzidî, gel cejne di nava şînê de pêşwazî kir û serdana gora hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kirin.

Hersal  li Şengalê di hefteya yekê ji meha Kanûnê civaka Êzidî û bi taybetî jî tebeqa Feqîran sê rojan rojî  digirin û roja 4’ê dikin cejin. Beşek ji Êzîdiyan hefteya duyemîn ji meha Kanûnê  vê  cejnê pîroz dikin. Li gorî takvîma Laleşê piraniya xelkê Şengalê di hefteya yekemîn de cejnê pîroz dikin û ji vêya rê jî têgotin, “Hesabê Mergeha”.

Di roja yekemîn ya Rojiyên Êzî de hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên xwe bûn hedefa êrişa balafirên Tirk û hevalbendên wan. Şehîd Merwan jî ji tebeqeya feqîranbû. Ji ber şahadeta şehîd Merwan 3 rojbû li Şengalê konê sersaxiyê û şînê hatibû vedan, lewma nekarîn cejnê pîroz bikin. Li şûna wê malbatên şehîdan û jin îro serdana gorên şehîdan û bi taybet jî gora şehîd Merwan kirin.

Endama Tevgera Azadiya jinên Êzidî Rîhan Xidir    bi minasibeta vê rojê nêrîna xwe anî ziman  û got: “ ev roj ji bo me gelek giringe lê dijimin dixwaze rojên me ê pîroz li me reş bike, ji ber wê di vê rojê de hevalê me Merwan bedel kirin hedef. Lê bi van êrîşan emê dest ji çanda xwe bernedin û emê rojên xwe pîroz bikin.Em jî wek Êzîdî dibêjin, wê yên bûne sedema van êrîşan hesab bidin. Em bi êrîşan û şehîdan lawaz nabin, berovajiyê wê wê bi hezaran keç û xortên Êzidî li pey şopa wan biçin.”

(bz)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv