Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sendîkayên Brîtanyayî li ber êrişên dagirkeriyê rabûn

 

SENDÎKAYÊN BRÎTANYAYÎ
LI BER ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ RABÛN

Însiyatîfa “Freedom for Ocalan”, Unite the Union, Usdaw, GMB Union û CWU jî di nav de gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Brîtanyayî nameyek hevpar ji Sefîrê Bilind ê Tirk Umît Yalçin re şandin.

Di nameyê de hate gotin, “Ji ber êrişkariya eskerên Tirk ku serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û êrişên li ser Bakurê Iraqê, qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz em gelekî bi fikar in.”

Sendîkayên Brîtanyayî di nameya xwe de bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û hate gotin;

“Li pêşberî van nûçeyan em matmayî man. Em bang dikin ku hikumeta Tirk dawî li operasyonên leşkerî yên li ser Başurê Kurdistanê bîne.”

Sendîkayan di nameya xwe de li ser êrişa 17’ê Hezîranê ya li ser avahiya HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz jî wiha got.

“Têkildarî kuştina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê, tê fêhmkirin ku ev bûyer ji aliyê endamekî rêxistina Gurên Boz a nêzî hevkara çalak a hikumeta Serokkomar Erdogan MHP’ê ve hatiye kirin.

Di rewşekê de ku Serokkomar Erdogan û hikumeta Tirk bi rengekî bêeman êrişî HDP’ê dikin, reş dikin û weke dijmin nîşan didin, rûdana êrişên bi vî rengî ne cihê matmayîbûnê ye.”

Di nameyê de doza girtinê ya li dijî HDP’ê û doza Kobanê ya li dijî HDP’iyan hate bibîrxistin û hate gotin,

“Konfederasyona me ‘Trade Union Congress’ (TUC) zêdeyî du sal in ji bo berdana lîderê siyasî yê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtina li ser pêvajoyeke aştiyê ya gengaz daxwaza civînekê dike, lewma vê nameyê ji we re dinivîse.”

Sendîkayan diyar kir ku li şûna civîn bê lidarxistin, bersiv jî nehatiye dayin û xwest ku bi lezgînî hevdînek were kirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv