Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ‘Şefê faşîst wê nikaribe bikeve Amedê’

 

ŞEFÊ FAŞÎST WÊ NIKARIBE BIKEVE AMEDÊ
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Em dizanin ku MHP li Tirkiyê ji aliyê gladyoya super a NATO’yê ve hatiye avakirin. Aliyekî wê xwe dispêre gladyoya super a NATO’yê û aliyê wê yê din jî xwe dispêre rêxistina terorê ya Teşkîlatî Mahsûs a Cemiyeta Îttîhat û Terakkiyê. Rêxistineke faşîst a li ser bingeha faşîzma navxweyî û derve ye.

Alparslan Turkeş ê ku pêşengê MHP’ê ye, piştî ku Tirkiye kete nav NATO’yê ew jî di nav wê koma artêşê de bû ku li DYE hatiye perwerdekirin. Tê zanîn ev perwerdehiya şerê taybet a faşîst e.

Piştî vê perwerdehiyê xebata wî ya pêşîn ew bû ku tevlî nav rêxistinkirina darbeya leşkerî ya 27’ê Gulana 1960’an bibe. Pişt re jî peywira xwe ya şerê taybet a darbekariyê di bin banê MHP’ê de wekî rêxistinkirina faşîzmê didomîne.

Tê zanîn peywira sereke ya MHP’ê ew e ku tevgerên çepgir û berxwedanên Kurdan têk bibe. Vê fonksiyona xwe wekî rêxistinkirina kontragerîla pêk tîne. Rêxistinkirinên li ser navê ‘ulkuperestiyê’ jî wekî maskeya kontragerîlla bi kar tînin.

Alparslan Turkeş ê ku di dema cûntaya 12’ê Îlonê de hatibû girtin di dadgehên 12’ê Îlonê de digot; “Fikrên me li ser desthilatdariyê ne lê em girtî ne…” Ango derdikeve holê ku rejîma 12’ê Îlonê rejîma MHP’ê ye.

Naxwe ne tesaduf e ku MHP berê şirîkê hikumetê bû û niha jî li ser esasê ‘Tifaqa Cûmhûr’ bûye şirîkê biçûk ê rêveberiya AKP’ê.

MHP a ku di salên 1970’î de li Qibrisê û Tirkiyê bi awayekî çalak dihat bikaranîn, piştî nîveka salên 1980’yî ev zemîn diguhere.

Vê carê qada sereke ya bikaranînê dibe Kurdistan û bi hemû hêza xwe berê xwe dide Kurdistanê.

Piştî salên 1985’yan ji bo ku gerîlayên Kurd têk bibin di nav leşkerên Tirk de yên ku dibin Kurdistanê hêza sereke MHP’yî ne.

JÎTEM dibe rêxistinkirineke MHP’ê. Di nav ‘Rêxistinkirina Rewşa Awarte’ de bêtir MHP’yî cih digirin.

Di salên 1990’î de 17 hezar cînayetên faîlê wan ne diyar ji aliyê MHP’yiyan ve hatiye kirin. Di vir de ne hewce ye mirov bibêje ku kesên wekî Esat Oktay Yildiran hemû jî MHP’yî ne.

Hikumetên berê şerê li Kurdistanê ji artêşê re dihiştin û artêş jî ji ser Daîreya Şerê Taybet xwe dispart MHP’ê û ev şer didomand. Niha jî rêveberiya Erdogan şerê li Kurdistanê daye MHP’ê û MHP şer bi rê ve dibe.

Niha ji bo başbûgê duyemîn ê partiyeke wisa Devlet Bahçelî dixwaze li Amedê daristanek were avakirin. Bi vî awayî dixwazin tiştên MHP’ê kirine werin meşrûkirin û rûmetê bidin şefê faşîst Devlet Bahçelî.

Vî kujerê faşîst ê ku ji xeynî zilm, komkujî, êşkence û mirin nedaye Amed û hemû Kurdan, bi vî awayî dixwazin were xelatkirin.

Gelo wê Amed heqaret û êrişeke wisa qebûl bike? Kurd li hemberî tevgereke wisa wê bêdeng bin?

Gelo wê li hemberî qirêjkirina paytexta azadî û demokrasiyê, wisa bêdeng bimînin?

Bêguman wê rewş ne wisa be. Amed û hemû Kurd wê xwedî li dîrok û rûmeta xwe derkevin.

Ji bo ku kujerên faşîst ên wekî Devlet Bahçelî li Kurdistanê şopa wan jî nemîne, wê her cure têkoşînê bimeşînin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv