Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Peywirên sereke yên welatparêziyê

 

PEYWIRÊN SEREKE YÊN WELATPARÊZIYÊ
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Heta ku welat neyê parastin mirov nikare wê xweşik bike. Heke xweşikirina avakirina jiyana azad be ew jî encex di nav rewşeke ewle de pêkan e. Ji ber vê jî ewlehî û azadî ji hev qut nabin, heke ewlehî nebe azadî nabe. Jiyana azad encex bi avakirina derdoreke ewle dibe.

Heke welathezî li ser parçeyek xak jiyaneke bi azadî û ewlebûna wê xakê be, aşkere ye ku li dijî her êrîşê divê wê biparêze. Welatheziya rastî encex bi welatparêzî, li dijî her êrîşan bi parastina wê pêkan e. Naxwe yek ji peywira herî kêm a welatheziyê, belkî jî ya pêşî, li dijî her cure êrîşan parastina welêt e. Mirov wê bike parçeyeke ji xakê ya ku mirov dikare lê jiyaneke azad û xweşik ava bike.

Dereweke mezin e ku dewlet û hêza artêşê xwe weke ‘hêza ewlehiya civakî’ nîşan bide. Dewletek yekdest û hêza artêşê, bi esasî dibe hêza ku li dijî kes û civakê xwe biparêze. Li bara dewletên din parastina civakê jî derew û hîle ye. Hebûna dewletê û şerê berjewendiyê ewlehiya civakê ji holê radike û pirsa ewlehiyê bi vî rengî derdixîne holê. Tişta ku dewlet ji civakê re dibêje, ”Heke tu serweriya min qebûl bikî, li bara êrîşên dewletên din ez ê te biparêzim’. Ev jî ne parastin e, di rastiyê de ketina bin serweriyeke giran e.

Peywira ewlehî û parastinê mirov nikare bi dest hineka din ve berde. Belkî derheqê jiyanê mirov dikare gelek karan bi dest hinan ve berde lê ewlehiyê mirov nikare bi dest hineka din ve berde. Ji ber ku, dema ku mirov ewlehiyê bi dest hineka din ve berdide, ev tê maneya ku mirov bikeve ber serweriya wan û jiyana azad ji dest berde. Baş e, çi li pey dimîne? Aşkere ye xweparastin ew e ku mirov ewlehiya xwe bi cih bîne. Şertê sereke yê azadbûn û jiyana azad xweparastin e. Ango tê maneya ku mirov bi hêza xwe xwe biparêze, ewlehiya xwe bi hêza xwe bi cih bîne.

Di serdemê herî berê de mirov û civak wiha dijiyan. Klan, qebîle, eşîran bi hêza xwe ewlehiya xwe bi cih dianîn, ti caran bi dest hineka din ve bernedidan. Ji ber vê, ev civak bi azad dijiyan. Rewşeke wiha, ji bo wan civakan û kesên wan civakan bîrewerî, berpirsyarî, pîvaneke sereke ya sincî bû. Jiyana civakî jî li gorî vê dihate plankirin û rêxistinkirin. Civakê hem derfetên jiyanê diafirand û hem jî ewlehiya xwe bi cih dianî. Hişmendî, perwerde û rêxistiniya civakê li gorî vê bû. Çawa ku cih û roleke kesên civakê hebû, her wiha di peywira parastinê de jî her kes xwedî cih û rolekê bû. Dema ku hewce dikir jiyana xwe jî datanî holê û li gorî vê rola xwe bi şervaniya xwe di pratîkê de bi cih dianî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv