Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ‘Bi tecrubeyên berxwedanê em dikevin sala nû’

 

BI TECRUBEYÊN BERXWEDANÊ EM DIKEVIN SALA NÛ
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ YAŞAM

Em di rojên dawîn ên sala 2021’a mîladî de ne. Di rojên dawîn ên meha dawîn a salê de jî gelek qetlîam hene.
(…)

Gelekî diyar e ku sala 2021’an ji bo dinyayê jî bû saleke ku mirov tiştan jê hîn bibe. Di pratîka van bûyerên hatin jiyîn de me yeko yeko nexweşiyên modernîteyê dît. Baran û lehiyên pêk hatin û hişkesaliyê bi awayekî zelal nîşanî me da ku hevsenga xwezayê çiqasî xerab bûye.
(…)

Xweza ya ku herî zêde êriş li ser wê hatiye kirin bi zimanê xwe hinek hişyariyan dike, jin jî bîra xwe ya azadiyê û çalakiya xwe her dem geş dikin. Di sala 2021’an de jî me ev rastî dît. Bi awayekî zelal hate dîtin ku wê li dinyayê têkoşîna azadiya jinan geş bibe û li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst bibe têkoşîna ku hemû bindestan bîne ba hev.

Bêguman tiştên li Rojhilata Navîn pêk tên, gelekî girîng in û mirov gelek tiştan jê hîn dibin. Derket holê ku di sala 2021’an de li Rojhilata Navîn kar li gorî stratejiya DYE nemeşiyaye. Di bûyerên Efxanistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê de me ev tişt dît. Diyar e ku DYE ne dikarin ya berê bidomînin û ne jî dikarin guhertînên baş bikin. Ev tişt jî hevkarên wan bêtir dixe nav dijwariyan.
(…)

Bêguman divê em bala xwe zêdetir bidin şerê li ser Kurdistanê. Diyar e ku pergala DYE pêşengtiya wê dike dixwaze hevkarên xwe yên Kurd xurt bike û xwe bispêre wan. Di heman demê de polîtîkaya pergala TC ya qirkirina Kurdan, di sala 2021’an de bêtir eşkere bû. Me dît ku her du hêzan li hemberî PKK’ê ya ku Tevgera Azadiya Kurdan e jî êrişên bi tifaq kirin. Ev êriş li Garê dest pê kir û bi dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê didome.
(…)

Bêguman navenda van êrişan herî zêde ji bo tunekirina gerîlayan bû. Ev êriş li hemû Bakurê Kurdistanê hate kirin û giraniya xwe da ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
(…)

Li hemberî her cure êşkence û tecrîdê bêguman berxwedana herî mezin li Îmraliyê hate kirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat jin û ciwan di serî de hemû gelê Kurd û dostên wan li ber xwe dan.
(…)

Bêguman di sala 2021’an de jî ji bûyerên li dinyayê pêk hatin û bi taybetî jî ji berxwedana dîrokî ya li Kurdistanê mirov gelek tiştan hîn dibe. Niha gel û gerîla tecrubeya vê berxwedanê dinirxînin, aliyên wê yên erênî û neyînî, aliyên wê yên xurt û qels datînin holê. Li ser bingeha van tecrubeyan ji têkoşîna sala 2022’yan de amade dibe. Li ser vî esasî wê di sala nû de jî bi awayekî xurt şer bikin û wê serkeftinên mezin bi dest bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv