SEKRETERÊ NATO’YÊ JENS STOLTENBERG:
“WÊ NATO KAR Û ÇALAKIYÊN XWE LI IRAQÊ BERFIREH BIKE”
Mijara civînê; di warê siyasî, aborî, ewlehî û bazirganiyê de, hevkariya NATO û Iraqê bûye.
Hat diyarkirin, Kazimî li ser peywendiyên NATO û Hikûmeta Iraqê jî axiviye û têkildarî êrişên li ser axa wan gotiye;
“Nabe xaka Iraqê bibe meydana şer û nakokiyên welatên cîran.”
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî soza berdewamkirina alîkariyan bi Iraqê re daye.
Her wiha diyarkiriye, NATO wê li Iraqê di warê perwerdekirina hêzên leşkerî yên Iraqê de kar û çalakiyên xwe berfireh bike.