Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdxistina Şukrî Serhed: Ji saziyên ewlekariyê daxuyanî hene, lê agahî nîn in

 

ŞEHÎDXISTINA ŞUKRÎ SERHET
DI NAVA DU ROJAN DE DU ÊRIŞ PÊK HATIN

Hêzên Dewleta Tirk li bajarê Sleymaniyê li hev hev du êrişên terorî pêk ani.

Êrişa yekem roja 16’ê Îlonê li hemberî karkerê ji bakurê Kurdistanê Ferhad Bariş Kondu pêk hat.

Ferhat bi birîndarî ji mirinê filitî.

Rojek piştî vê êrîşê jî li taxa Çarçira ya Sleymaniyê, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut bi nasnav Şukrî Serhed hedef hat girtin.

Di encamê de Şukrî Serhet şehîd bû.

ŞEHÎDXISTINA ŞUKRÎ SERHET
JI SAZIYÊN EWLEKARIYÊ DAXUYANÎ HENE, LÊ AGAHÎ NÎN IN

Piştî van êrîşan Rêveberiya Giştî ya Dij Terorê ya girêdayî YNK’ê û berpirsyarê Dezgeha Zanyarî bi daxuyanî dan çapemeniyê lê agahiyên berfireh nedan.

Têkildarî heman mijarê Berpirsyarê Dezgeha Zanyarî Ejî Emîn jî li ser malpera xwe ya facebookê hin agahî parvekirin û got:

“Kesên ku di nav 2 rojên de li Silêmaniyê sûc kirine, hatine binçavkirin.

Em ê di demek nêzde agahiyên derbarê sûcdaran de bi raya giştî re parve bikin.”

Dezgeha Zanyarî û Asayîşa Silêmaniyê jî di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kirin ku têkildarî êrîşên 16 û 17’yê îlonê yek kes hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku kesê ku hatiye girtin êrişkarê Ferhad Bariş Kondu ye.

Lê têkildarî kujerên Şukrî Serhad de tû agahî nehat dayîn.

Li gorî zanyariyan û herwiha li gorî dîmenên kamerayên ewlekariyê, di êrişa li dijî Şehîd Şukrî Serhed de 4 kesan cih girtine.

Yek ji van kesan êriş pêk aniye, kesên din jî çavdêrî jê re kirine.

Piştî gulebaranê kujer bi seyareyek tîpa pikap a Toyota ji cihê bûyerê durketine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv