Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên Zapê

 

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 şehîdên 2017’an ên Zapê di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn.
HPG’ê ji malbatên wan re sersaxî xwest û got, em ê mîrasa şehîdan a berxwedanê, bi serfiraziyê tacîdar bikin.

ŞEHÎDÊN ZAPÊ
HPG’Ê 4 ŞEHÎDÊN 2017’AN DI SALVEGERA ŞEHADETA WAN DE BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapeemniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 şehîdên 2017’an ên Zapê bi bîr anîn.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nîmet Bozkûrt bi nasnav Cûdî Botan li Şirnexê ji dayîk bûye.

NÎMET BOZKÛRT
CÛDÎ BOTAN
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: LEYLA-OMER
5’Ê SIBATA 2017’AN/ZAP

Bêwar Mesût bi nasnav Serxwebûn Gabar li Zaxo ji dayîk bûye.

BÊWAR MESÛT
SERXWEBÛN GABAR
ZAXO
DÊ Û BAV: XATIN-MESÛT
19’Ê SIBATA 2017’AN/ZAP

Îbrahîm Kulter bi nasnav Ernesto Besta li Şirnexê ji dayîk bûye.

ÎBRAHÎM KULTER
ERNESTO BESTA
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: KEVSER-ETHEM
21’Ê NÎSANA 2017’AN/ZAP

Osman Sevmîş bi nasnav Rênas Navdar li Colemêrgê ji dayîk bûye.

OSMAN SEVMÎŞ
RÊNAS NAVDAR
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: ADÎLE-ALAATTÎN
21’Ê NÎSANA 2017’AN/ZAP

HPG’ê di daxuyaniyê de yek bi yek wiha qala şehîdên Zapê kir.

Hevrêyê me Cûdî li Şirnexê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Di sala 2014’an de berê xwe da nav refên gerîla.

Bi enerjiya xwe ya ciwan pêşengî ji gelek çalakiyên li dijî dijmin re kir.

Hevrêyê me Serxwebûn jî li Zaxo di nava malbateke berxwedêr û dilsozê têkoşîna azadiyê ji dayik bû.

Di sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû.

Li her derê erk û berpirsiyariyên ketin ser milên wî bi awayekî serketî bi cih anîn.

Hevreyê me jî Ernesto li Şirnexê ji dayik bû.

Li nava malbateke gelek ferdên wê tevlî têkoşîna azadiyê bûne mezin bû.

Di sala 2013’an da hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk û faşîzma wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê..

Li gelek qadan gerîlatî kir û di çalakiyên serketî de cihê xwe girt.

Hevrêyê me Rênas jî yek ji herêmên berxwedanê li Geverê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Di ciwantiya xwe de tevlî gelek xebatan bû.

Di sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Di şer û jiyanê de timî li pêş bû.

Li qada Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li kêleka gelê xwe cih girt.

Piştî wezîfeya xwe ya li Şengalê temam kir, careke din berê xwe Çiyayên Kurdistanê..

Li Zapê di asta pêşengiyê de beşdarî gelek çalakiyan bû.

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî sersaxî ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re xwest.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv