Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên pêngava “Gurzê Gelan”: QSD’ê nasmameyên 11 şehîdan eşkere kirin.

 

ŞEHÎDÊN PÊNGAVA GURZÊ GELAN
QSD’Ê NASNAMEYÊN 11 ŞEHÎDAN EŞKERE KIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 11 şehîdên Hesekê eşkere kirin.

QSD’ê ragihand, piştî ku çeteyên DAIŞ”ê 20’ê Çileyê li dijî Girtîgeha Xiwêranê dest bi êrişê kirin, şervanên wan jî dest bi şerê parastinê kirine.

Di du rojên destpêkê yên vî şerî de 11 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

QSD’ê diyar kir, ku her 11 hevalên wan bi lehengî şer kirine û got, careke din soza xwe didin, ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bin.

Nasnameyên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan wiha ne:

Nesrîn Ehmed bi nasnav Awaz Ûrmiye, li Helebê ji dayîk bûye û 22’yê Çileyê şehîd bû.

Cemal Oso bi nasnav Cemal Xûrxûrî li Kobanê ji dayîk bûye û 20’ê Çileyê şehîd bû.

Ehmed El Nasir bi nasnav Ehmed, li Hesekê ji dayîk bûye û 22’yê Çileyê şehîd bû.

Sûfyan El Ehmed bi nasnav Enes Hesekê li Hesekê ji dayîk bûye û 20’ê Çileyê şehîd bû.

Ayaz Elî bi nasnav Ayaz li Dêrikê ji dayîk bûye û 22’yê Çileyê li şehîd bû.

Osman Osman bi nasnav Tolhildan Faraşîn li Kobanê ji dayîk bûye û 22’yê Çileyê şehîd bû.

Hisên Hesen bi nasnav Hisên li Amûdê ji dayîk bûye û 22’yê Çileyê şehîd bû.

Ednan El Ibêd bi nasnav Ednan li Hesekê ji dayîk bûye û 22’yê Çileyê şehîd bû.

Umran Xilêf bi nasnav Umran li Dirbêsiyê ji dayîk bûye û 22’yê Çileyê şehîd bû.

Lûey Hisên li Amûdê ji dayîk bûye û 22’yê Çileyê şehîd bû.

Û Mihemed Ehmed bi nasnav Mîtan Qamişlo li Qamişloyê ji dayîk bûye û 20’ê Çileyê şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv