Cangoriyên meha Cotmehê bi merasîman tên bibîranîn.
Bi vê armancê li gelek navendên Ewrûpa û Rojava merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Di axaftinan de dilsoziya bi cangoriyên azadiyê re hat dûbare kirin.
ŞEHÎDÊN MEHA COTMEHÊ
LI EWRÛPA Û ROJAVA BI MERASÎMAN HATIN BIBÎRANÎN
Li bajarê Swîsre Solothûrnê bi merasimekê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.
Bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de endama TJK-Ewrûpayê Zozan Serhed axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşînê.
Piştî axaftinan sînevîzyona derbarê cangoriyên azadiyê de hat temaşekirin.
Li bajarê Cenevê jî ji bo gerîlayên HPG’ê Reşît Çetînkaya bi nasnav Rizgar Serhildan û Mehmet Çevîk bi nasnav Zerdeşt Sîser merasimeke bîranînê hat organîzekirin.
Li ser navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de banga xwedîderketina li doza şehîdan hat kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê jî 265 şervanên ku di mehên Îlon û Cotmehê de şehîd bûbûn meraimek li dar xist.
Gelek kes beşdarî merasimê bûn û peyama têkoşînê li dijî dagirkerên Kurdistanê dan..
Di axaftinan de bang li herkesî hat kirin da ku li ser xete şehîdên azadiya Kurdistanê tekoşînê mezin bikin.