Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên Enfalê li gelek deveran hatin bi bîr anîn

 

SALVEGERA QIRKIRINA GELÊ KURD BI NAVÊ ENFALÊ
ŞEHÎDÊN ENFALÊ LI GELEK DEVERAN HATIN BIBÎRANÎN

Di 23’yê Sibata 1988’an de Rêjîma Baasî ya Saddam Hiseyn li dijî gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê pêngaveke qirkirinê bi navê Enfal da destpêkirin.

Tevgera qirkirinê ji 8 qonaxan pêk dihat.

Di 8 qonaxan de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Bi biryara Parlemena Federal a Iraqê 14’ê Nîsanê weke roja bîranîna şehîdên Enfalê hat ragihandin.

Di salvegera 33’yan de şehîdên vê tevgera qirkirinê li gelek deveran hatin bibîranîn.

Merasîma Bîranîna li Çemçemalê li goristana Enfaliyan hat lidarxistin.

Li gundê Dêbnê yê bajarokê Rizgarî yê Herêma Germiyan jî merasîmeke bîranînê pêk hat.

Di merasîmê de xizmên şehîdan nerazîbûn nîşanî wê yekê dan, ku heta niha kesên destê wan di Enfalê de heye nehatine dadgehkirin û girtin.

Li Kerkûkê jî malbatên şehîdan û rêxistinên civakî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxstin, ku biryara binçavkirina 323 sûcaran heye û divê di dadgehên navneteweyî de werin darizandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv