Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên Amedê… HPG yek bi yek qala şoreşgeriya şehîdên jin kir

 

ŞEHÎDÊN AMEDÊ
HPG’Ê YEK BI YEK QALA ŞOREŞGERIYA ŞEHÎDÊN JIN KIR

Di daxuyaniyê de ji bo fermandara YJA-Starê Nûjîn Amed wiha hat gotin:

Ew ji gundê Êrsê yê navçeya Sêrtê Dihê ye, ku gelek zarokên xwe yên hêja dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê.

Ew 2002’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Di encama têkoşîna xwe de cewhera xwe guhert û her kêlî nasnameya jina azad a Rêber Apo bi kedeke mezin derxist holê.

Wê li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve afirand û weke fermandareke YJA-Starê bû yek ji şehîdên sembola têkoşîna azadiyê ya jinê.

HPG’ê ji bo fermandara YJA-Starê ya ji Rojhilatê Kurdistanê Berfîn Nûcan jî wiha got:

Ew ji malbateke welatparêz a xelkê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Ew jî bû milîtaneke xwedî îrade ya PAJKê û fermandareke YJA-Starê.

HPG’ê ji bo gerîlaya ji Bedlîsê Ronahî Tamara jî ev nirxandin kir:

Ew di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

2007’an beşdarî nava refên gerîla bû û di demeke kin de bû milîtaneke Apoyî ya şareza di nava tevgerê de.

Wê di nava rêxistinbûyîna Hêzên Taybet de cihê xwe girt.

Herî dawî jî HPG’ê qala gerîlaya ji navçeya Amedê Farqînê ya li Manîsa ji dayîkbûyî Avent Feda kir.

Wê pêşî di nava xebatên ciwanan de cihê xwe girt.

Û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, cihê têkoşîna bi bandor a li dijî dagirkeriya Tirk.

Hevrêya me Avent bi rêbaza canbexşane beşdarî xebatan bû û 2017’an roleke aktîf li Amedê girt ser milên xwe.

Di dawiya daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:

Hevrêyên me wê bibin sedema tolhildan û serfiraziyê ji bo me.

Em sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û welatparêzên Kurdistanê re dixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv