ŞEHÎDÊ PIŞDERÊ YÊ ÊRIŞA DEWLETA TIRK
EBAS ÎBRAHÎM MEHMÛD BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HAT OXIRKIRIN
Roja 13’ê Hezîranê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li herêma bajarokê Pişder a Silêmaniyê wesayîtek sivîl bombe kir.
Di vê êrişê de 4 Kurdistanî şehîd bibûn.
Cenazeyê yek ji şehîdan Ebas Îbrahîm Mehmûd ji Qeladizê hat wergirtin û birin Silêmaniyê.
Di ketina bajêr de bi sedan kesî şehîdê Kurdistanê pêşwazî kir..
Piştî wecibên olî girseyê berê xwe da goristina Bekireco..
Di meşê de hêrseke zêde li dijî dewleta Tirk a dagirker hebû..
Her wiha welatiyan bê navber dirûsmeyên ‘Bijî berxwedana gerîla û Bijî serok APO qîriyan.
Dema welatî gihîstin goristanê li ser navê malbat, sazî û rêxistinan axaftin hatin kirin.
Di peyaman de bêdengiya hukûmeta herêmê û Iraqê hat şermezarkirin û hat gotin:
Yekane rêya pêşîgirtina van êrişan serîhildan û rabûna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk e..
Piştî axaftinan cenaze hat veşartin..
Doh jî ji bo cenazeyê Ebubekir Tufîq ê ku di heman êrişê de şehîd bibû li Qeladizê hatibû veşartin.
Ji bo şehîd Ebubekir Tufîq kon hatiye vedan û malbata wî serdanên sersaxiyê qebûl dike.
Endamên Tevgera Azadî jî di nav de gelek kes çûn serdana malbatê..