ŞEHÎD Û ŞOREŞGERÊ MEZIN DIYAR XERÎB
BI MERASÎMEKE MEZIN HAT BIBÎRANÎN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb, roja 5’ê Tîrmeha 2019’an, di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Ji bo Diyar Xerîb û hevalên wî Şahîn û Dewran, li ber mala bavê wî a li taxa Baxtiyarî ya Silêmaniyê merasîm hat organîzekirin.
Di merasîmê de tevî welatiyan, aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî cîh girtin.
Pêşî koma zarokên Germiyanê, sirûda ku Şehîd Diyar Xerîb jê hez dikir, pêşkêş kirin.
Pişt re jî li ser navê Malbata Diyar Xerîb, xuşka wî Lave Xerîb peyama malbatê xwend.
Gelek helbestvanên ku di nava wan de kurê helbestvanê navdar Şêrko Bêkes, Helo Bêkes jî hebû, derketin ser dikê û helbestên ji bo Diyar Xerîb amade kiribûn, xwendin.