ŞEHÎD NÎŞTIMAN LI QENDÎLÊ HAT OXIRKIRIN
CENAZEYÊ TÊKOŞERA JIN BI MERASÎMEKÊ SIPARTIN AXÊ
Cenazeyê Şoreşgera jin Niştîman Pêwend li Qendîlê hat oxirkirin.
Şoreşger Şehên Cîhanî bi nasnav Nîştiman Pêwend di sala 1974’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.
Ji ber zextên dewleta dagirker bi malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê dike.
Piştî ku 2 kurên wê tevlî nava refên gerîla dibin, ew û hevjînê xwe jî di sala 2016’an de, biryara tevlîbûna nava refên gerîla didin.
Piştî çend salên xebat û têkoşîna li Başûr û Rojevayê Kurdistanê di 3’yê Gulanê de, ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Cenazeyê tekoşera jina Nîştiman Pêwend di pêşengiya KJAR de li Qendîlê bi merasîmekê hat oxirkirin.
Kurê Nîştiman Pêwend, Pêwend Nîştiman di merasîmê de axivî.
Di merasimê de Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Peyman Viyan jî axivî.
Di dawiyê de kesên tevlî merasîmê bûne serxasî ji malbat û rêhevalên Şehîd Nîştiman Pêwend xwestin.